‘Di qanûna înfazê de sûcên li dijî jinan cih digirin’ 2020-04-07 09:07:00   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku gotinên ‘di pakêta înfazê de gumanbarên sûcên li hember jin û zarokan cih nagirin’ rastiyê nîşan nade û got: “Ji ber di TCK’ê de kategoriyeke ‘sûcê şîdeta li hember jinê’ tune ye. Girityên siyasî jî ji mafê darizandina adîlane fêde nagirin û ceza digirin. Di sererastkirinê de divê ewil girtiyên siyasî fêdeyê bigirin.”   Pêşnûme qanûna der barê Hinek Qanûnan de Guherîn ya ku bi Qanûna Mafê Înfazê Tedbîrên Ewlehî û Ceza ket rojevê, di Komîsyona Edeletê ya Meclîsê de ha derbas kirin. Li ser bertekan hat gotin ku gumanbarê ku li dijî jin û zarokan sûc kirine ne di çarçoveya vê sererastkitinê de ne. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Turkan Agaç Aslan der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ev pêşnûme qanûn aştiya civakê jî pêk nayne.   ‘Li dijî xalên 2’yemîn û 10’emîn ya Destûra Bingehîn e’   Turkanê daxuyakirin ku di rêgeza wekheviya înfazê de wek berê bi vê qanûnê re jî hatiye binpêkirin û got di sererastkirinê de cih dane hemû sûcên şexsî yên bûne sedema mexduriyetê û ‘sûcên li dijî dewletê’ ji derveyê vê hatiye girtin û ev jî tê wateya ji rêgeza dewleta hiqûqî dûr ketine.   Turkanê her wiha bi lêv kir ku ji ber ev ji derveyê vê sererastkirinê hatiye girtin, xalên 2’emîn û 10’emîn yên Destûra Bingehîn jî binpê kirine.   ‘Sererastkitin aştiya civakê pêk nayne’   Turkanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca esas a desthilatdariyê ne ev e ku di qada darazê de pirsgisrêkên tên jiyîn bi awayekî ku aştiya civakê pêk bîne, çareser bike û got: “Ev pêşnûme qanûna ku bi lez û bez anîn û muxalefetê piştgirî dayê, şaşiyeke mezin e. Qanûna înfazê ya 15 sal berê hat guhertin, dîsa bêyî ku pisgirêkên heyî û qanûn bi giştî bên nirxandin hat çêkirin.”   ‘Divê ewil têgeha ‘terorê’ bê guhertin’   Turkanê bi lêv kir ku divê ewil di TMK’ê de guherîn bê kirin piştre di pergala înfazê de guherîn bê kirin û wiha pê de çû: “Divê têgeha terorê ya ji bo hemû aliyên muxalîf bi rîsk e, bê guhertin. An jî wê hemû aliyên civakê dema ku li gorî desthilatdariyê tev negerin wê bi 'terorîstiyê' bên sûcdarkirin.”   ‘Sûcên li dijî jin û zarokan ne ji derveyê wê ye’   Turkanê bal kişand ser gotinên desthilatdariyê yên weke sûcên li dijî jin û zarokan ji derveyê qanûnê hatiye girtin, nirxand û got ev rastiyê nîşan nade û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku di TCK’ê de kategoriyek wek ‘sûcê şîdetê yê li hember jinê’ tune ye. Di xala TCK86/3 û TCK87/1’ê de ji bo kesên ji qestî birîndar kirine, li hember hevjîn, bira, jinên ducanî kirine ceza bi rêjeya nêvî tê zêdekirin. Yanî di vê pakêtê de kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine ji vê pakêtê fêdeyê digirin.”   ‘Divê girtiyên siyasî fêdeyê bigirin’   Turkanê wiha berdewam kir: “Beşeke girtiyên siyasî ji Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) ve ceza girtine û ji ber darizaneke adîlane nehatiye kirin DMME û DDB’ê qebû kir ku mexdûr in. Ji ber vê divê di sererastkirina înfazê de divê ewil girtiyên siyasî ji vê fêdeyê bigirin. Komîserê Bilind yê Mafê Mirovan yê NY’ê bang kir ku kesê bi taybet bi hêsanî bi vîrusê dikevin divê bên berdan. Divê guh bidin banga NY’ê. Divê pêşiya tehliyeyan bê vekirin.”