Hevalên Merve Kaçmiş: Midûr merve tehdit dikir 2020-04-06 09:28:00   DÎLOK - Arkeolog Merve Kaçmiş li Muzeya Zeugma dixebitî û întîxar kiribû. Îfadeyên dozgeriyê yên di dosya wê de derketin holê. Hevalên xebatê yên Merveyê diyar kirin ku midûr E.O. Merve tehdîd dikir ku berhemên nehatine jimartin bên zîmetkirin.   Merve Kaçmiş 3 sal bû li Muzeya Zeugma ya Dîlokê dixebitî. Di 13’ê Çile de li Amedê li avahiya ku malbata wê lê dijiya xwe avêt û dawî li jiyana xwe anî. Di nameya ku li pey xwe hiştibû de îdia kiribû ku midûra muzeyê mobîng lê kiriye û ji ber vê întîxar dike. Di nameyê de zextên li kargeriyê vegotibû. Dozgeriyê dest danî ser nameyê. Birayê Merveyê, Ozan Omer Kaçmiş jî der barê midûr de gilî kir.   Îfadeyên midûrê muzeyê E.O û xebatkarên din yên muzeyê ku dabûn dozgeriyê û dosyayê de bûn hatin bidest xistin. Di esasa dosyayê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di 20’ê Çileyê 2020’an de daye de, midûrê mzueyê, kesên li muzeyê dixebitin li Amîrtiya Buroya Cînayetê ya Midûriyeta Şaxa Asayîşa Dîlokê hati lêpirsînirin. Di îfadeyan de hat destnîşan kirin ku Merveyê di encama tehdîd û zextên midûr E.O de întîxar kiriye. Midûr jî ev îdia înkar kir.   ‘Sedema întîxarê E.O. ye’   A.B yê îfade da dozgeriyê wih agot: “Me ev komîsyon bi rapora dîroka 12.12.1,2019’an dawî kir. Me rapor da midûr. Lê bi awayekî fermî qebûl nekir. Li ser van berheman numare tunebû. Ji ber vê Merveyê nexwest teslîm bigire. Midûre xanimê zext li Merveyê kir û ew biçûk xist. Ligel min got ‘Ez midûrim, ez bêjim çi ew e’. Gelek tiştên din got. Lê Merveyê tu bersiv neda. Sedema întîxara Merveyê E.O ye. Her tim zext lê dikir. Psîkolojiya Merveyê xera bû. Midûre xanim bi kesî re li hev nedikir. Kesek bi pirsgirêk e.”   D.A jî ku di komîsyona ji bo jimartinê hatiye avakirin de cih digire, diyar kir ku di rapora hatiye pêşkêşkirin de 110 berhem hebûne û got E.O her tim zexta ‘êdî jimartinê biqedînin’ dikir. Midûrê her tim zext li Merveyê dikir û ew ditirsan. Ez wisa difikiri ku Merveyê ji ber van zextan întîxar kiriye.   R.E ku ew jî li Muzeyê dixebitî di îfadeya ku daye de da zanîn ku Merve ji aliyê Midûrê ve dihat tehdîd kirin.   Midûra Muzeyê, E.O. jî di îfadeyê de mobîng înkar kir û got: “Min zext li tu xebatkara xwe nekiriye. Mİn tehdîd nekiriye. Yanî tu eleqeya min bi tehîdkirina Merveyê tune. Ez sûcên îsnat qebûl nakim.”