Jinên tenê dijîn û nexweşiyên kronîk: Em xizmeta tenduristiyê nagirin 2020-04-06 09:25:00   AMED - ÇEWLÎK - Kesên temenê wan 60 û di ser temenê 60’î de ku ji ber vîrusa korona nikarin derkevin, ji bo wan girîngiya xizmeta li malê zêdetir dibe. Zahîde Ataş û Şahîbe Gerçek yên li Çewlîk û Amedê li malên xwe tenê dijîn û nexweşên kronîkin, diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de xizmeta tenduristiyê nikarin bigirin.   Vîrusa Korona (Covîd-19), wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî dibe sedema mirinê. Ji bo xweparastina ji koronayê bihêlin çûyîna nexweşxanê, derketina kolanê tenê tehdîdek mezine û ji ber vê jî girîngiya xizmeta li malê zêdetir dibe. Kesên nexweşên kronok û temenê wan di ser 65’î de li malê dimînin û çiqas ji xizmetên tenduristiyê fêdeyê digirin nayê zanîn.   Zahîde Ataş (67) û Şahîbe Gerçek (61) yên li Amed û Çewlîkê li malên xwe dijîn û nexweşiyên wan yên kronîk hene der barê mijarê de axivîn.   ‘Xizmeta li malê nayê dayîn’   Zahîde Ataş li Çelîkê dijî, nexweşa dil û tansiyonê ye û got: “Em xizmetên tenduristiyê nagirin. Cîranê min yên wek min nexweşên kronîkin jî nikarin xizmetê bigirin. Em bi tedbîrên xwe, parastina xwe dikin. Ez nexweşa dil û tansiyonê me. Çend hefteye diranên min diêşin. Min ji xizmekî xwe xwest randevuyê bitie. Got ‘dotkor li nexweşxanê tunr’. Ji ber şewbê ez nikarim biçim doktor jî. Li malê jî zizmeta tenduristiyê tune. Ji ber xwendin û nivîsandina min tune jî nikarim bi tena serê xwe bigerim.”   ‘Nikarim hewcedariyên xwe bigirim’   Zahîdeyê bi lêv kir ku ji ber tenê ye ew diçe dan û standinê û got: “Ez lepikan bikar tînim. Lê rûpûş tune. Ez bi laçika xwe devê xwe digirim. Ji bo hewcedariyên sereke ez diçim marketê. Carna nanê xwe li malê çêdikim. Zarokên min tune ne. Min birayê xwe mezin kir. Ew jî ji ber pîşeya xwe ya rojnamegeriyê li Stenbolê ye. Ji ber seferên balafir û otobusê tune dikare bê jî.”   ‘Fikara min ya herî mezin tenduristiya zaroka min e’ Şahîbe Gerçek jî li Amedê li mala xwe tenê dijî û ew jî hem pîr û hem jî nexweşiya wê ya kronîk heye. Şahîbe nexweşa şekir, astim û tansiyonê ye. Şahîbe li malê xizmeta tenduristiyê nagire û got: “Ji bo hewcedariyê firin, market û dermanxaneyê diçim derve. Fikara min ya herî mezin tenduristiya zaroka min Dîcle ya li Kibrisê dixwîne ye. Zarokên me bi zor ji yurdê derxistine. Kesên di karantînayê de li yurdan bicih kirine. Tevî bangan seferên balafiran pêk nayên. Ez ji jiyana wê bi fikarim. Xwezî keça min ligel min bû ya. Ji ber keça xwe nikarim tenduristiya xwe bifikirim.”