'Zagona înfazê nêzîkatiya înkarker, nîjadperest û mêtingeriyê ye' 2020-04-04 09:13:00   Habibe Eren   ENQERE - Parêzera OHD'î Nuray Ozdogan zagona înfazê nirxand. Nurayê got:"Zagona înfazê girtiyên siyasî li derve hiştiye. Ev ne li gor rêgezên zagonî ye. Li girtîgehan Vîrusa Koronayê dikare bibe sedema mirinên mezin. Zagona înfazê nêzîkatiya înkarker, nîjadperest û mêtingeriyê ye."   Vîrusa Koronayê li hemû cîhanê her ku diçe belav dibe. Li dijî Vîrusa Koronayê zagona înfazê ya AKP'ê û MHP'ê di 31'ê Adarê de pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir girtiyên siyasî di nav xwe de nahewîne. Kesên dizî, destdirêjî kiribe, kesên tecawizkar û kesên hişbir firotine  di nava zagona înfazê de cihê xwe digirin. Her wiha siyasetmedar, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan, nivîsar û helbestkar di nav de cih nagirin. Hevdîtinên ji bo pakêta ku bi bertekek mezin rû bi rû ma ew ê di 7'ê Nîsanê de dest pê bike. Parêzera OHD'î Nuray Ozdogan zagona înfazê nirxand.   'Li girtîgehan Vîrusa Koronayê dikare bibe sedema mirinên mezin'   Nurayê bal kişand ser cudakariya di navbera darizandinê de û wiha got:"Dema em lê dinêrin ên ji doza DAÎŞ'ê tên darizandin serbest tên berdan. Lê dema em lê dinêrin girtiyên ji doza kurd tên darizandin bi cezayên giran rû bi rû tên hiştin. Ji ber Vîrusa Koronayê îro jiyana gelek girtiyana di xetereyê de ye. Di vir de jî wekhevî tune ye. Di pakêta darazê de girtiyên siyasî cih nagirin. Divê hukumet di çarçoveya mirovatiyê de nêzî rewşê bibe. Zagona înfazê girtiyên siyasî li derve hiştiye. Ev ne li gor rêgezên zagonî ye. Li girtîgehan Vîrusa Koronayê dikare bibe sedema mirinên mezin. Zagona înfazê nêzîkatiya înkarker, nîjadperest û mêtingeriyê ye."   'Ev nêzîkatiya înkarker, nîjadperest û mêtingeriyê ye'   Nurayê bi lêv kir ku hîlekarî di zagonê de heye û wiha dewam kir:"Kesên ku ji ber sûcên edlî tên darizandin ew ê berê bişînin girtîgehên vekirî û dawiyê jî ew ê bi şerda kontrola edlî bên berdan. Dema em li dîroka tirkiyeyê dinêrin em li komkujiyên li girtîgehan rast tên. Ji ber polîtikayên bêcezabûnê jî newekhevî derdive holê. Di warê ziman de jî newekhevî heye. Bi Elmanî, Firansazî, Îngilîzî mirov dikare xwe biparêze. Lê mirov bi kurdî nikarin xwe biparêzin. Ev jî li dijî rêgeza wekheviyê ya makeqanûnê ye. Ev nêzîkatiya înkarker, nîjadperest û mêtingeriyê ye. Ev berdewamiya polîtikaya 'Bi tirkî biaxive pir biaxive' ye. Em behsa girtîgehên ku mirov ji ber zimanê xwe dihatin kuştin dikin."   'Girtî terkî mirinê tên kirin'   Nurayê wiha dewam kir:"Bi zagonên ku derdixin dixwazin tirs, fikar û zextan zêde bikin. Parêzer jî ji ber muwekilên xwe wekî sûcdar tên xuyakirin. Zagona înfazê ya dijmirovî di heman demê de ne li gor rêgezên peymana ewropayê, peymana NY'yê ye. Bi vê yekê girtî bi rojên dijwartir rû bi rû tên hiştin. Di heman demê de jî bi tedbîrên kêm ên li dijî Vîrusa Koronayê girtî terkî mirinê tên kirin. Di heman demê de tundiya li ser jinê di qanûna cezayê de divê bê pênasekirin. Divê mafê jinê bi zagonan bê parastin."