Pakêta înfazê vediguhere rêbazake cuda ya şîdetê 2020-04-01 09:12:00   Gulîstan Azak   STENBOL - Parêzer Tuba Torun diyar kir ku di çarçoveya ‘qanûna efûyê’ de daxwazkiririna tahliyeyê û daxistina ceza a ji bo sûcên li hember jinan û îstîsmara zayendî tê xwetin û got ev jî wê bibe sedema şîdeta li ser jinê û got: “Di pêvajoyên şer nexweşî û krîzên aborî de herî zêde jin hedef tên girtin û divê jin li dijî van êrîşan amade bin.”   Di çavçoveya ‘pakêta efûyê de’ tê gotin ku ji derveyê girtiyên siyasî û kesên ji qestî kuştine, w^ehemû girtî ji ber tedbîrên vîrusê bên berdan.   Yanî di parêktê de parêzvanên mafê jinan, rojnameger û siyasetmedar cih nagirin. Kesên ku sûcên zayendî pêk anîne jî tê plankirin ku bên berdan. Li dijî vê bertek her diçin mezin dikin. 22 hezar kesên ji sûcên zayendî girtine, beşek wê ya mezin wê ji efûyê fêdeyê bigire.   ‘Em hatine rewşa ku nikarin behsa demokrasiyê bikin’   Tubayê daxuyakirin ku wê bi pakêtê re sûcên li hember jin û zarokan zêde bibin û got: “Li welatê ku pêşnûmeya efûya der barê îstîsmara zarokan de tê nîqaşkirin de em dibînin ku şîdet çawa zêde dibe. Lê bi pakêta înfazê re wê şîdet zêdetir bibe. Pakêta hatiye amadekirin şîdetê rewa dike û nêrîna bêcezabûnê jî belav dike. Divê ji bo vê pakêta hîna nebûye qanûn bertek bên pêşxistin. Ji bo vê rêxistinên jinan kampanyayan amade dikin.Gelek partiyan bertekên xwe anîn ziman. Li vî welatî ger li dijî van pêkanînan bêdengî hebe mirov nikarin behsa demokrasî û mafê mirovan bikin.”   ‘Bila girtiyên siyasî bên berdan’   Tubayê got parêzvanên mafê jinan, rojnameger, siyasetmedar ji derveyê pakêtê hatine hiştin û got ji bo sûcdarên êrîşa zayendî jî tahliye tê plankirin û got: “Em vê rast nabînin. Divê cezayên ji bo kesên ji ber fikr û ramanê hatine girtin ji nûve li ber çavan bê debaskirin. Gelek kes ji ber sedemên siyasî Niha girtîne. Divê ev bê tahliyekirin. Zarokên bi dayikên xwe re girtî li ber çavan nehatine girtin. Ev rewş bi rastî jî mirovan diêşîne. Bi rastî jî me fêm nekiriye ku bi vê pakêtê dixwazin çi bikin.”