Yekem rûniştina doza Mulkiye Esmez sibehê ye 2020-03-31 09:11:29   MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û piştre hat girtin, der barê wê de îdianame hat amade kirin û di îdinameyê de îfadeyên şahidên veşarî û protestoyên qeyûman wek ‘delîla sûc’ hat dîtin. Rûniştina yekemîn ya Mulkiyeyê sibê wê bê dîtin.   Li navçeya Dêrik a Mêrdînê di 31’ê Adara 2019’an de di hibijartinên herêmî de HDP’ê ji sedî 69 deng girt û biser ket. Lê hevşaredara Dêrikê di 15’ê Mijdara 2019’an de hat binçavkirin û piştre qeyûm tayînê şûna wê hat kirin. Mulkiye 5 mehe li girtîgeha Jinan a Tarsusê girtiye û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê darizandin. Yekemîn rûniştina wê sibê (1’ê Nîsan) li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê wê bê dîtin.   Di îdinameyê de îfadeyên gelek şahidên veşarî wek delîl hatin nîşandan. Sûcdariyên di idianameya der barê Mulkiyeyê de hatiye amade kirin de cih girtin de, di îdianameyên der barê hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, ya Stewrê Gulîstan Oncu û hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz de jî heman sûcdarî girtin û hat îdiakirin ku bi endamên rêxistinê re hevdîtin hatiye kirin û alîkariya aborî ji bo endamên rêxistinê hatine kirin. Dîsa wek îdianameyên hevşaredarên din di îdianameya Mulkiyeyê de jî ‘tevlîbûna civîna nasandina namzetan’ û protestokirina qeyûman û daxuyaniyên çapemeniyê sûc hatin hesibandin.   Hat hînbûn ku Mulkiye ya ku 5 meh in girtiye ji ber pençeşêra kolonê derman dibe û ji ber şertên girtîgehê jî pirsgirêkan dijî.