Runiştina Elîf Kisa di 1’ê Nîsanê de ye 2020-03-28 09:09:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn runiştina Elîf Kisa ya 64 salî di yekê nîsanê de ye. Elîf bi hinceta ku dema çûye hevdîtina girtiyekî jê re cil û pere biriye sûcdar hat dîtin û hat girtin. Parêzerê Elîfê, Ozgur Çikin got li holê sûcek tune ye û got wê li dijî feraseta ku muxalîfan wek endamên rêxistinê dibînin parastinê bikin. Keça wê Hatîce Ozdemîr jî ji bo dayika xwe banga piştevaniyê kir.   Tevî ku vîrusa korona hemû Tirkiye xistiye bin bandora xwe li girtîgehan wek tedbîr tu tiştek nayê kirin û tahliye nayên kirin. Li hember vê bertek tên nîşandan. Herî dawî li gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan hezar û 300 girtiyên nexweş hene û bi tehdîda Corona re hatine rû hev. Yek ji girtiyên nexweş Elîf Kisa ya rêvebera HDP’a Elbîstanê bû û ji 3’ê Kanûna 2019’an de girtiye. Elîf li girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê girtiye.   Elîf û hevjînê wê Alîsa Kisa di 3’ê Kanûnê de bi talîmata serdozgeriya komarê re hatin binçavkirin û Elîf Kisa bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê hatibûn girtin. Elîf Kisa gelek nexweşiyên wê hene û du zarokên wê jî astengdarin.   Runiştina Elîfê wê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mereşê di 1’ê Nîsanê de bê dîtin. Keça wê Hatîce Ozdemîr û parêzerê wê Ozgur Çikin der barê pêvajoya girtina wê de axivîn.   ‘Tipa Edlî nêzî mirinê raporê dide’   Parêzerê Elîfê, Ozgur Çikin got şert û mercên girtîgehê ji ber kapasîteyê ji xwe zehmetin û niha jî ji ber vîrusê girtî bi xetereyê re hatine rû hev û got: “Ji bo tahliyeya girtiyên nexweş rapora Tipa Edlî tê xwestin. Lê mixabin Tipa Edlî jî nêzî mirinê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dide.”   Bi îfadeya şahidê veşarî hat girtin   Ozgur bi lêv kir ku piştÎ îdianameya der barê Elîfê de hatiye qebûlkirin, 4 meh şûnde dîroka runiştinê hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Dadgeh ne dadgheke ku barê wê girane. Tevî ku wek yên Enqere Stenbolê ne tije ye jî runiştin hiştin piştî 4 mehan şûnde. Di îdianameyê de îfadeyên şahidên veşarî cih digirin. Şahidê veşarî di 6’ê Adarê de hatiye gûhdakirin. Di îfadeya şahidê veşarî de tu tiştekî ku sûc teşkîl bike tune. Ev îdianame li dijî mafê mirovan û qanûnane.”   Ozgur di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew dipên ku di runiştina 1’ê Nîsanê de biryara tahliyeyê derkeve û got: “Dikare tedbîrên edlî bên bikaranîn û bê berdan. Lê ji ber îfadeyên ‘delîl nehatine komkirin, gumana reşkirinê’ dibe ku biryara berdewama girtinê bê dayîn. Hêvîdarim edelet bê cih. Ev girtina dijhiqûqî bidawî be.”   ‘Girtîgeh vala nebin wê komkujî pêk bê’   Keça wê Hatîceyê jî daxuyakirin ku ew ji ber vîrusê bifikarin û wiha pê de çû: “Em li derve ji bo xwe ji vîrusê biparêzin xwedî derfetin. Lê mixabin em nikarin vê ji bo girtîgehan bêjin. Li girtîgehan hîjyen têr nîne. Xwarin nebaşin. Di vê mijarê de tedbîr nehatine girtin. Girtîgeh gelek bi rîskin. Dayika min ji ber nexweşiyê di bin rîskê de ye. Bi wê rewşa xwe girtiye. Ev ne tiştekî hêsane. Divê girtîgeh demildest bên valakirin. Wisa nebe wê komkujî pêk bê. Berpirsê wê jî wê hikûmet be. Runiştina dayika min 1’ê Nîsanê de ye. Bang li hemû dost û parêzeran dikim. Dayika min tenê nehêlin. Hêvîdarim dayika min bê berdan. Zarokên wê astengdarin. Li bendê wê ne. Bila rayedar di vê mijarê de bi hestiyar bin.”