Ji bo 33 xwendekarên zanîngehê 300 sal cezayê girtîgehê 2020-03-26 09:06:49   Dîlan Babat   ENQERE - 33 xwendekarên ku li Zanîngeha Mersînê bîranîna nivîskarê netewperest Huseyîn Nîhal Atsiz protesto kirin, bi giştî rastî 300 sal cezayê girtîgehê hatin. Ji xwendekaran S.N wiha got: “Di encama ku pergala edeletê rast pêk nayê de em îro bedelê didin.”   Der barê 40 xwendekarên ku di 11’ê Adara 2015’an de li Zanîngeha Mersînê, bîranîna nivîskarê netewperest Huseyîn Nîhal Atsiz protesto kirin de, salek şûnde bi îdiaya ‘muxalifiya qanûnan meş û çalakî ya 2911’an kirine’, ‘zirar dane malê cemaweriyê’, ‘tevlî meş û civînên veguherîne propaganda rêxistinê’, ‘endamtiya rêxistinê’, ‘li ser navê rêxistinê propanganda kirine’ doz hat vekirin. Doza 4 sal bû berdewam dikir, di rojên borî de biryara wê hat dayî. Ji bo 33 xwendekarî bi hincetên cuda ji 6 salan heta 11 salan bi giştî 300 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. 7 xwendekarî jî berat kir.   Der barê xwendekarên bi navê, A.T.D, A.K, M.G, V.Î, R.D,D.O, V.N, D.V, A.H.B, E.C.A, Y.S, M.D, D.O, E.Y, S.D, D.P, Ç.O, H.K.D, U.O, S.M, H.E û S.Ç de, ji sûcê ‘tevlî meş û civînên veguherîne propaganda rêxistinê’ 3 sal, ji sûcê ‘li ser wan madeyên birîndarkirinê hene û bikaranîne’ cuda cuda 4 sal ceza hat dayîn û ji ber li zanîngehê pêk anîne jî cuda cuda 8 sal ceza hat birîn.   Li xwendekar E.B, D.C, F.C, U.B, M.D, M.T, M.N, M.Ş.Ç, A.Ş, C.U û Y.K jî bi îdiaya muxalefetê qanûna hejmar 2911’an kirine 2s al û 6 meh ceza hat dayîn.Li xwendekar M.T,M.N,M.D, D.O û D.P de jî bi îdiaya propanganda rêxistinê kirine her yekî salek ceza hat birîn. Ji bo 15 xwendekarên din jî ji sûcdariya ‘muxalefetê qanûna meş û çalakiyan ya 2911’an kirine du her yekê du sal ceza hat dayîn.   Piranî xwendekar ji ber ceza derketin derveyê welat. Yek ji xwendekaran S.N bertek nîşanê biryarê da.   ‘Bi tu awayî îfadeya min li ber çavan nehat girtin’   S.N diyar kir ku bi giştî 9 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û got: “Tu aliyê hiqûqî yê vî cezayî tune. Tevî ku guleya plastîk ya hêzên ewlehiyê li lêva min ket jî ez mexdur nehatim dîtin. Di binçavan de rastî îşkencê hatim û min îfadeya xwe de ev îşkence vegotin. Lê bi tu awayî îfadeya min li ber çavan nehat girtin.”   ‘Der barê kesên êrîşê me kirin de tu lêpirsîn nehat vekirin’   S.N bi lêv kr ku desthilatdarî zanîngehan wek baxçeyê xwe yê dawî bi kar tîne û got: “Der barê kesên êrîşê me kirin de tu lêpirsîn nehat vekirin. Doza Nîhal Atsiz tenê xwendekarên demokrat û şoreşger mexdur kiriye. Mafê me yê destura bingehîn ji nedîtîve hatiye ditin. Ev cezayên li xwendekaran hatiye birîn bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.Ez di 2018’an de neçar mam biçim Fransayê. Ez ê şopdarê vê cezayê ku bê hiqûq hatiye dayîn, bim.”