Der barê mirina Havîn û Furkan de dosya hat rakirin! 2020-03-20 09:08:49   MÊRDÎN - Li Nisêbînê zarokên ku xwişk û birayên hev yên bi navê Havîn (3) û Furkan Guneş (4) ku li baxçeyê mala xwe dilîstin, ji ber teqîna madeyeke ku nayê zanîn jiyana xwe ji dest dan.Piştî mirina wan di lêpirsîna hat vekirin de jî tu pêşketin çênebû.   Li Nisêbîn a Mêrdînê di 30’ê Adara 2017’an de li taxa Abdulkadîrpaşa, xwişk û birayên hev Havîn û Furkan Guneş ku li baxçeyên mala xwe dilîstin, ji ber teqîna madeyeke ku nayê zanîn jiyana xwe ji dest dan. Di qedexeya derketina derve ya 2015-2016’an de taxa Abdulkadîrpaşa jî yek ji taxên ku qedexe lê pêk hatibû. Li şûna nexweşxaneya ku ligel mala zarokan bûn jî qerekol hatibû avakirin. Tevî ku di ser bûyerê de du sal derbas bûye jî tu pêşketin tune.   Di lêpirsînê de tu pêşketin tune   Di dosyayê de ji bilî rapora otopsiyê cih nedan tu tespîtî û tevî du sal derbas bûye, lêpirsîn temam nebûye û 3 dozgerên li dosyayê dinêrtin jî guherîn. Nayê zanîn ku îdianame jî kengê bê amadekirin.   ‘Li baxçe dilîstin û made teqiya’   Kesên ji malbatê dan zanîn ku bûyer ne li kolanê li baxçeyê mala wan pêk hatiye û got: “Her tişt di sê deqeyan de çêbû. Me jî fêm nekir çi bû. Ji dayika xwe re dibêjin ‘em diçin baxçe’. Sê deqe şûnde deng tê. Me digot deng ji cihê pevçûnê tê. Lê em derketin û me bûyer li baxçeyê xwe dît. Zarok parçe parçe bûbûn. Êşa me hîna teze ye.”