Li Rihayê qerdiyanek hat gitin 2020-03-17 17:57:45   RIHA - Di çarçoveya lêpirsîna li Rihayê hat kirin de ji 12 gardiyanên hatin binçavkirin 1 jê hat gitin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê 10 jê parêzer, 12 hikumxar ku bi giştî ji bo 103 kesî hat destpêkirin de, ji Girtîgeha Tîpa T ya Sêwrekê 12 gardiyan jî hatibûn binçavkirin. Gardiyanên hatin binçavkirin ji bo îfadeyê duh biribûn Edliyeya Rihayê.     Gardiyanên ku birin edliyeyê ji aliyê dozgeriyê ve bi îdaya alîkarî dane "Komîteya PKK/KCK ya Zindanan" îfadeyên wan hatin girtin û ji wan 11 kes hatin berdan. Gardiyanek jî sewkî dadgehê hat kirin, dadgehê biryar girtinê derbarê gardiyan de da û gardiyan şandin Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê.    Herwiha ji aliyekî din va 20 kesên ku ji wan 10 parêzerin jî karê wan ê li dozgariyê berdewam dike. Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de 9 kesên din jî li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr tên girtin.