Daxwaza tehliyeyê ya nexweşa girtî Hasîbe hat redkirin 2020-03-17 10:28:15   MÊRDÎN - Parêzerên Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengirokan a nexweş û girtî ji bo "serbestiya bi kontrol û darizandina negirtî" serîlêdan kiribûn. Serlêdana parêzeran bi hinceta "Rewşa delîlên di dosyayê de" ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê hat redkirin.    Hevseroka Partiya Hêrêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê Hasîbe Mengirokan (56) di 24'ê Kanûna 2019'an de ji bo îfadeyê çûbû emniyetê û hatibû binçavkirin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê. Hasibeya ku xebatên wê yên derbarê kongreya duyem a KCD'ê de wekî hinceta girtinê tê nîşandan ji ber nexweşiyên xwe mecbûr e ku her dem derman bi kar bîne. Ji Hasibeya bi nexweşiyên astima kronîk, şekir, tansiyon e hefteya borî parêzerên wê  serlêdana ji bo "serbestiya bi kontrol û darizandina negirtî" kiribûn. Serlêdana parêzeran bi hinceta "Rewşa delîlên di dosyayê de" ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê hat redkirin.    Sê caran rakiribûn nexweşxaneyê   Hasîbeyê ji ber nexweşiya xwe ya astimê nikare li cihên girtî bimîne. Parêzerên Hasibeyê diyar kirin ku Hasibeyê her dem ji ber nexweşiyên xwe zehmetiyê dikşîne. Parêzeran diyar kirin ku ji ber nexweşiyên wê sê caran ew rakirine nexweşxaneyê.