Ji dozgeriyê ji bo daxwaznameya ‘bila lihevkirin neyê kirin’ red 2020-03-16 09:09:22   MÊRDÎN - Parêzer Dîlan Koç diyar kir ku Peymana Stenbolê bê qedexekirin jî li Tirkiyeyê ‘lihevkirin’ pêk tê ji ber ku neketiye qanûnê û got: “Lihevkirin şîdeta li ser jinê zêde dike. Di dosyayekê de ji bo lihevkirin neyê kirin min daxwazname da. Lê dozgeriyê red kir.”   Wezareta Karê Hundir ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê di roja ewil a 2020’an de bi îmzeya wezîr Suleyman Soylu ‘Giştînameya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê’ weşand. Di giştînameyê de îbareya ‘Di emniyet û cendermeyan de tenê wê yekîneyên di şîdeta li ser jinan de lihev dikin bên avakirin’ cih girt. Îfadeya ‘lihevkirinê’ ku pêşî li şîdeta nav malbatê vedike cih girt. Lê yek ji sedema ku şîdeta jinê zêde dike jî ev e. Jin di bin navê ‘lihevkirinê de’  vedigerin hawira şîdetê.   Ji bo daxwaznameyê red   Ji parêzerên Komîsyona Mafê Zarok û Jinan a Baroya Mêrdînê Dîlan Koç ku yek ji şahidên ku ev rewş rê li ber çi encaman vedike ye. Dîlanê diyar kir ku ji bo bûyereke şîdetê ya serî li wan hatiye dayîn, ji bo ji lihevkirinê derkeve daxwaznameya daye Buroya Lihevkirinê ya Serdozgeriya Komarê ya Qoserê.     Dîlanê got bersiva neyînî dane daxwaznameya wê û wiha pê de çû: “Di dosyayê de jinek hebû. Ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû derbkirin. Derbkirina hevjîn di çarçoveya lihevkirinê de cih digirt û ji bo lihevkirin bê kirin teslîmê min hatibû kirin. Min dosya lêkolîn kir. Di peymana Stenbolê de dibêje ku ‘Her cureyê şîdeta li hember jinê nikare di çarçoveya lihevkirin û navbeynkariyê de bê nirxandin’. Lê tevî vê em lihevkirinê dikin. Min jî got ji bo ji lihevkirinê derkeve daxwaznameyê bidim. Lê hat redkirin.”   ‘Di peymana Stenbolê de ‘lihevkirin’ qedexe ye’   Dîlanê  destnîşan kir dozger gotiye ‘em daxwazê qebûl nakin’ û di ‘di lihevkirinê de berdewam dikin’ û ev tişt daxuyand: “Tu şîdeta li hember jinê divê di çarçoveya lihevkirinê de neyê nirxandin. Di peymana Stenbolê de jî ev bi awayekî vekirî tê gotin ku lihevkirin qedexe ye. Lihevkirin şîdeta li ser jinê jî zêde dike. Ji bo yek jinek jî rastî şîdetê neyê divê gumanbar bi awayekî herî giran bê cezakirin. Divê ceza neyê daxistin û lihevkirin neyê kirin.