Di doza êrîşa zayendî de biryara dozger neguherî 2020-03-10 14:23:57   RIHA - Doza êrîşa zayendî ku bi hinceta "belge kême" li dadgeha xwecihî hat vegerandin ji nû ve hat dîtin. Di daneşîna ku piştî belgeya kêm hat careke din hat dîtin de dozger di mutalaya xwe de heman ceza xwest.   Li navçeya Siwêrekê ya Rihayê, yekemîn daneşîna doza êrîşa zayendî de ya A.B (14) ku xalê wê M.Î. û kekê wê M.B. lê êrîşa zayendî kiribûn ku piştî rakirin nexweşxaneyê û aşkera bû ku ducanî ye biryara wê ji îstinafê vegeriyabû, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Siwêreka Rihayê hat dîtin. Bersûc M.Î. anîbûn daneşînê û bersûc M.B. jî bi SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bû. Bersûcan diyar kirin ku îfadeyên wan ên li qereqolê bi zorê hatine girtin û sûcdarî red kirin û daxwaza tehliyeya xwe kirin.    Parêzerên A.B'yê diyar kirin ku neqebûlkirina bersûcan a îfadeyên xwe yên li qereqolê ji reva sûc e û xwestin ku her du bersûc jî bên cezakirin. Heyeta dadgehê jî diyar kir ku kêmasiyên îstinafê destnîşan kiriye, li dosyayê hatine zêdekirin û ji bo mutalaayê mafê axaftinê da dozger. Dozger jî mutalaaya xwe ya berê dubare kir û diyar kir ku tecawiz bi îfadeyên bersûcan diyar e û xwest bersûc bên cezakirin.    Li ser vê yekê parêzerên bersûcan ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin dem xwestin. Heyeta Dadgehê piştî navbereke kurt daneşîn taloqî 19'ê Adarê kir.