Biryara şertê kontrola edlî ya derbarê rojnameger Kîbriyeyê de hat rakirin 2020-03-10 12:22:32   AMED - Di danişîna doza derbarê Rojnameger Kîbriye Evren a hatibû vekirin de, biryara şertê kontrola edlî hat rakirin.    9’emîn danişîna doza bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê rojnameger Kîbriye Evren de hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Kîbriye ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî beşdarî danişînê bibe. Parêzerên wê Pîrozhan Karalî û Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn.    Polîsan berî danişînê li ber Edliya Amedê û di korîdora dadgehê de ewlekariyek zêde girtin. Hat dîtin ku polîsan danişîn şopandin û mînakeke girteka biryara danişînê girtin.    Parêzerê Kîbriye Evren Resûl Tamûr, di danişînê de axîvî û diyar kir ku muwekîla wî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî beşdarî danişînê bibe. Resûl, rapora tenduristiyê ya muwekîla xwe pêşkêşî dadgehê kir û wiha got: “Li gorî raporê îhtîmala ku muwekîla min di nava 4 mehan de, dîsa bê emeliyatkirin heye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku demek dirêj ji bo dadgeh kirina wê bê dayîn. Di danişîna bê de em ê muwekîla xwe beşdarî danişînê bikin."   Şandeya dadgehê, biryara şertê kontrola edlî ya darbarê Kîbriye Evren de rakir û biryar da ku qedexeya wê ya çûyîna derveyî welat dewam bike û danişîn taloqî 14’ê Tîrmehê hat kirin.