‘YE, Yewnanîstan û Tirkiye qedexeyê binpê dikin’ 2020-03-10 09:12:13   ÎZMÎR- Ji Komîsyona Îltîca û Koçberiyê ya Baroya Îzmîrê parêzer Gîzem Metîndag, diyar kir ku YE, Yewnanîstan û Tirkiye qedexeya îşkence û ezyet binpê dike û li dijî vê mekanîzmayên divê ceza pêk bînin bêdeng dimînin û ji nedîtîve tên.   Heyeta ji Endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê, endamên Komîsyona Îltîca û Koçberiyê û endamên Navenda Mafê Mirovan pêk tê, ji bo krîza penaberan di cih de lêkolîn bikin di 3’ê Adarê de çûn Çeşmeyê. Komîsyon ewil çûn Koya Domuzçukuru û tespît kirin ku di 1’ê Adarê de 11 bot derketine û di her yekê de jî nêzî 40 penaberî hebûne, Fermandariya Ewlehiya Peravê zêde destur nedaye. Endama Komîsyona Îltîca û Penaberan a Baroya Îzmîrê parêzer Gîzem Metîndag der barê binpêkirinên li penaberan tên kirin û mevzuata qanûnî de axivî.   ‘Mevuat bi awayekî fîîlî pêk nayê’   Gîzem Metîndag diyar kir ku rewşa hiqûqî ya penaberên dixwazin ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bibin, di Qanûna Parastina Navneteweyî û Biyaniyan de tê vegotin û got der barê kesên ku rêbazên derketin û ketinê binpê dikin an jî yên teşebûs dikin, de divê di çarçoveya nirxandina ku biryara dersînorkirinê, bê kirin û got: “Tevî qanûn di meriyetê de ne jî pêk nayê. Ev nayê wateya ev kes bên dersînorkirinê. Lê nepêkanînan rewşa fîîlî heye. Der barê van kesan de ji 28’ê Sibatê de ye tiştek nehatiye kirin. Demekê teqsîvanên penaber dibirin ji sedema ‘kaçaxvaniya mirovan’ hatin darizandin û girtin. Ji fîrmayên otobusan re agahğya nikarin penaberan bibin,hat şandin. Kesên statuya wan ya parastina demborî û nasnameya wan heye, divê li bajarên îkatmet dikirin bibûna. Di rewşa terkkirinan de rewşa dersînorkirinê dihat nirxandin û biryar dihat girtin. Rewşa wan ya ekstrem tunebûna nasnameyên wan dihatin betalkirin. Lê îro ger gelek hêsan bûye. Heta li Çeşmeyê li otogarê me bi Seyehat Çeşme re hevdîtin kir. Di 2’ê Adarê de 100 kes bi otobusê ji Çeşmeyê çûne Îzmîrê. Sedema wê jî şert û mercên hewayê ye.”   Gîzemê her wiha destnîşan kir ku prosedurên li penaberan pêk tên hene û yek ji van jî ji bo Sûriyeyiyan di çarçoveya peymana Konseya Ewropayê de ya ‘pêkanîna parastina demborî’ ya din jî ji bo welatiyên welatên din ‘statuya parastina navneteweyî’ ye û wiha pê de çû: “Ji bo Sûriyeyiyan 2 salan statuya parastinê dikare bê dayîn lê ev 6 sale li Tirkiyeyê rejîma parastina demborî pêk tê.”   ‘Nizanin çi bikin’   Gîzemê bi lêv kir ku kesê xwediyê parastina demborî, nabe xwedî statuyê û got: “Yanî nezelal e. Beramberiya wê ya di rêziknameyê de heta biryarnameyeke Serokomariyê ya din e. Yanî heta fermaneke din. Ji ber vê nizanin çi bikin. Dîtin kar an jî xwendina dibistanê. Nikarin di her karekî de jî bixebitin. Li hinek kargeriyan nîjadperestî tê kirin. Nikarin biryara qedera xwe jî bidin. Ev binpêkirineke maf e.Ji bo penaberên ji welatên din tên dibêjin ‘penaberên bi şert’. Dikarin serî li Tirkiyeyê bidin. Serlêdanan dişînin ji NY’ê re û lêkolînek tê kirin û sewqa wan tên kirin. Ev jî gihêje pêvajoyeke 10 salî.”   ‘Binpêkirina maf tê jiyîn’   Gîzemê bi lêv kir ku penaberên demborî li gorî Xala 4’emîn a Qanûna Parastina Navneteweyî û Biyaniyan û Peymana Cenevreyê ya 1951’ê nikarin şûnde bên şandin û got: “Kesek wek penaber bê welatê de û tu şûnde bişînî îhtîmala ku rastî îşkence û ezyet bê heye. Ne Yewnanîstan ne Tirkiye û ne jî mafên penaberan naparêze. Berovajî vê teşwîqê îşkence û ezyet dikin. Li dijî vê mekanîzmayên divê ceza pêk bînin bêdeng dimînin û ji nedîtîve tên.”