Sabahat û Gultan nehatin tehliyekirin 2020-03-09 15:35:19   MELETÊ - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel ji nû de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletê hatin darizandin. Sabahat û Gultan nehatin tehliyekirin. Dadgehê ji ber axaftinek 8'ê Adarê ya Sabahatê xwest ku parastinê bike. Sabahatê got:"Ji ber ku me got jin bi destdirêjiyê, tundiyê, komkujiyê rû bi rû tên hiştin loma îro em tên darizandin."   18'emîn Daireya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê ji bo Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Gultan Kişanak 14 sal û ji bo Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel jî 15 sal ceza xwestibû. Piştî ku ev ceza betalkirin şûnde doz ji nû de hat destpêkirin. 3'emîn rûniştina doza ji nû de hat destpêkirin li 5'emîn  Dadgeha Cezayê Giran a Meletê hat dîtin. Sabahat û Gultan bi rêya SEGBIS'ê beşdarî rûniştinê bûn. Parêzerên Sabahat jî di rûniştinê de amade bûn.    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Meclîsa Jinê ya HDP'ê,  Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP-DBP'ê yên Meletê û malbatên Gultan û Sabahat beşdarî rûniştinê bûn.    Gultanê 8'ê Adarê li jinan pîroz kir   Serokê dadgehê derbarê axaftineke Gultanê ya civînek Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) ku li Mêrsînê hatibû lidarxsitin mafê axaftinê da Gultanê. Gultanê diyar kir ku ji ber parêzerên wê ne amade ne ew ê careke din parastinê bike û Gultanê 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.   Axaftina 8'ê Adarê ji Sabahatê hat pirsîn   Heyeta Dadgehê ji Sabahat a ku parastin dikir axaftina di 8'ê Adara 2015'an a li Manisayê kir, pirsî. Sabahatê got:"Ji ber ku me got jin bi destdirêjiyê, tundiyê, komkujiyê rû bi rû tên hiştin loma îro em tên darizandin."   Piştî Sabahatê parêzerên wê parastin kir.    Heyeta Dadgehê biryara berdewamiya girtina Sabahat û Gultanê da. Rûniştin taloqî 13'ê Nîsanê hat kirin.