Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dîsa xwe negihandin dozger 2020-03-09 14:44:16   SEMSÛR - Dozgerê wê serdemê Ahmet Kul ê ku divê di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê weke “şahid” bihata guhdarkirin, dîsa xwe negihandinê. Şandeya dadgehê, daxwazên tespîtkirina adresa Ahmet  red kir û ji bo amadekirina mutalayê, biryar da ku dosyayê ji dozgerek din re bê şandin.    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de 3 jê zarok 8 kes hatibûn binçavkirin û hatibûn windakirin. Piştî bûyerê der barê çawîşê pispor Bilal Batir û fermandarê qereqolê jî di navde der barê 18 kesan ku bi îdiaya "kuştina taammud" de doz hatibû vekirin dê sibê  bê dîtin. Doza di cemaweriyê de wekî "JÎTEM'a Kerboranê" tê zanîn, di 30'ê Cotmeha 2014'an de dest pê kiribû. Danişin îro li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hat dîtin.   Abdûlazîz Altinkaynak, Omer Coşkûn, Abdûlkerîm Kaya, Osaman Seyban, Abmet Akyol ên xizmên xwe winda kirin û parêzerên wan Erdal Kûzû û Azîz Turk beşdarî danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina nişeya ku adresa Serdozgeriya Komarê Adem Kul nehatiye dîtin dest pê kir. Dûre, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeya şahid Arîf  Topçû, Mûhammed Demîrel û Ahmet Çîçek ên wê demê leşker bûn hatin girtin. Her sê şahidan jî, mîna bersûc îfade dan. Dûre gazinkeran îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û ji bo bersûcan ceza xwestin. Parêzerên gazinkeran jî, daxwaz kirin ku adresa dozger bê tespîtkirin û ji bo vê nivîs ji Teşkîlata Îstîxbaratê ya Mîllî (MÎT) re bê şandin.     Şandeya dadgehê piştî navberê daxwazên tespîtkirina navnîşana dozger Adem Kûl red kir û ji bo amadekirina mutalayê, biryar da ku dosyayê ji dozgerek din re bê şandin. Dadgehê dûre, danişîn taloqî 29’ê Hezîranê kir.