Dadgehê pêşeroja gumanbar li ber çavan girt! 2020-03-02 09:13:17   Şehrîban Aslan   AMED - Omer Îmren, hewl dabû ku jina pê re zewicandiye Rabîa Snear qetil bike û di encama êrîşê de Rabîa felç ma. Ji bo Omer Îmren yê bi cezayê muebetê dihat darizandin jî cezayê hat dayîn hat kêmkirin. Dadgeh ne li Rabîaya ku felç maye, li pêşeroja gumanbar fikirî.   Li Baglar a Amedê di 10’ê Mijdara 2018’an de Omer Îmren, hewl da hevjîna xwe Rabîa Senar Îmren qetil bike. Piştî bûyerê Omer Îmran hat girtin û Rabîa jî demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin. Rabîa ji ber guleyên îsabetê serê wê kiribû felç bû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbar Omer Îmren de jî ji sûcên ‘ji qestî û plankirî hewldana kuştina kes’ îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina biryarê di 24’ê Sibatê de hat dîtin. Heyeta dadgehê ji bo gumanbarê ku bi cezayê muebeta giran dihat darizandin, ‘pêşeroja wî’ fikirî û 15 sal ceza da.   Di mutalaya ji aliyê merciya îdiayê ve hat amadekirin de hat gotin Rabîa û gumanbar li hev nekirine û Rabîa demek bû ligel malbata xwe bûye, di 10’ê Mijdara 2018’an de dema bi xwişka xwe Emîne Dede re ji malê derdiket, Omer ber bi Rabîayê reviyaye û destê wê girtiye, tehdîd kiriye û piştre lê daye. Hat diyarkirin dema Rabîayê hewl da bireve gumanbar bi çekê gule barandiye.   Rûniştina biryarê di 24’ê Sibatê de hat dîtin   7’emîn rûniştina gumanbar di 24’ê Sibatê de hat dîtin. Gumanbar Omer Îmren, parêzerê wî Ugur Bîngol, parêzerên Rabîayê, Oyku Çakmak, Elîf Tîrenç Îpek, Îrem Yildiz, Dîren Vurgun û malbata Rabîayê tevlî bû.   Merciya îdiayê di vê rûniştinê de jî daxwaza cezakirina gumanbar kir.   ‘Dewletê jinek din neparast’   Parêzer Oyku Çakmak der barê mutalaya hat dayîn de da zanîn ku Rabîa demek dirêj ji aliyê gumanbar ve rastî şîdeta derûnî û aborî û manevî hatiye û bal kişand ser kuştinên jinan û got: “Rabîa jî wek gelek jinên din rastî şîdeta mêr a sîstematîk hatiye. Ger CEDAW û Peymana Stenbolê pêk bihata wê îro mêr evqas ne rehet bûna. Mixabin jineke din a ku dewletê neparast ji tenduristiya xwe bû.”   Gumanbar jî wek her tim parastinên xwe kir û îdia kir ku şîdet li Rabîayê nekiriye û qesta wî ya kuştinê tunebûye.Parêzerê gumanbar Ugur Bîngol jî îdia kir ku bûyer plankirî pêk nehatiye, daxwaza tehliyeya muvekîlê xwe kir.   Dadgeha ku ewil cezayê muebeta giran da gumanbar piştre şîdeta li ser Rabîayê û felçbûna wê ya piştî bûyerê ji nedîtîve hat û ceza veguhert 18 sal cezayê girtîgehê. Dadgeh bi vê jî sînor nema û rewşa gumanbar a li dadgehê li ber çavan girt, bandora ceza a li ser pêşeroja gumanbar li ber çavan girt û daxistin 15 sal ceza.