Doza Nisêbînê: Li dijî tundiyê min di berxwedanê de cih girt 2020-02-28 17:30:07   MÊRDÎN - Di doza Nisêbînê de Îbrahîm Toktaş ê ku ji dosyaya dihat darizandin cezayê hepsê yê giran lê birîn 15 sal cezayê din ê hepsê lê hat birin. Îbrahîm Toktaş li dadgehê parastina xwe kir û got: "Zarokatiya min bi tundiya li ser kurdan derbas bû. Ji ber wê min xwest di nava tevgera kurd de têkoşînê bidim."   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve ya 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok derbarê 70 kesên ji navçeyê hatin derxistin de doz hat vekirin û doza ku hat vekirin piştre dosyayên kesan ji hev hatin cudakirin. Ji kesên ku dosyayên wan hatin cudakirin îro doza Îbrahîm Toktaş û Nubahar Ozdemîr hat dîtin."   Di daneşînê de li dijî tecrîdê bertek   Li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di serî de daneşîna Îbrahîm Toktaş hat destpêkirin. Piştî tepîtkirina nasnameyê îbrahîm parastina xwe kir. Îbrahîm bi bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi axaftinê kir û wiha got: "Ez ciwanekî kurd im. Gelê Kurd gelê qedîm ê ser vê axê ye. Gelê Kurd ji cihekî din nehatiye. Li ser erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê bi sedan sal e dijîn. Lê tu carî wekî dewlet xwe rêve nebirine .Herdaîm bi awayê rêveberiya xweser xwe rêve birine. Bi taybetî di demên dawîn de pirsgirêka kurd derketiye holê. Îktîdaran bi darê zorê axa kurdan kirine 4 parçe.  Ev parçebûn bi dest ereb, tirk û farsan pêk hatiye. Gelê Kurd dur an jî dereng wê bigirhêje azadiya xwe."   Îbrahîm bi dirûşêa "Bijî wekheviya gelan" û "Bijî Serok Apo" parstina xwe bi dawî kir.    Heyeta dadgehê piştî vanberdayînê  bi sûcdariya "hewldana kuştinê" 15sal ceza li Îbrahîm birîn. Berê jî bi îdaya "Hevsengiya dewletê xira dike" ji doza li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dihat darizandin jî cezayê muebeta giran lê hatibû birîn.    Daneşîna Nubiharê hat taloqkirin   Piştre daneşîna Nubihar Ozdemîr hat kirin .  Nubihar tevli daneşînê nebû û bparêzerê wê jî mazereta xwe ragihand û tevlî daneşînê nebû. Li ser vê dadgehê doz taloqî dîrokeke din kir.    .