Cezayê 10 salan ê Aysel Tugluk hat pejirandin 2020-02-25 13:07:26   AMED - Dadgeha Bilind 10 sal cezayê ku Aysel Tugluk hatibû birîn pejirand.   Hevseroka berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), berpirsa Komîsyona Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û cigira hevserokên giştî Aysel Tugluk, di 28'ê kanûna 2016'an de li Amedê hatibû girtin. Di çarçoveya xebatên KCD'ê 16'ê adara 2018'an de bi îdîaya ''endama rêxistinê ye'' 10 sal ceza li Aysel hatibû birîn.    Piştî ku Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqerê daxwaza temyizê qebûl nekiribû û cezayê dadgeha xwecih pejirandibû doz çû Daîreya Cezaya 16'emîn a Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind 10 sal cezayê ku li Aysel hatibû birîn, pejirand.