10’emîn runiştina doza fuhuşê jî pêk hat: Hemû gumanbar serbest in 2020-02-25 09:16:19   ÊLIH - 10'emîn daneşîna doza di raya giştî de wek ‘Doza fuhuşê ya Êlihê’ tê zanîn ku zarokek fuhuş lê hatibû ferzkirin, hat dîtin. Di doza li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin de hemû gumanbar bi tahliyeyê hatin xelatkirin.   Gazete Şûjin ku bi KHK’ê hat girtin,di 12’ê Gulana 2017’an de li Êlihê, bûyera êrîşa zayendî ya sîstematîk a li hember zarokekê derxistibû holê û piştî vê doz hatibû vekirin. 10’emîn runiştina dozê di 14’ê Sibatê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Di runiştinê de gumanberekî nû yê bi navê Veysî Gormuş derket holê. Heyeta dadgehê ji bo îfadeya Veysî Gormuş bê girtin û aliyên kêm temam bibin runiştin taloqî meha Nîsanê kir.   Zaroka ku bi êrîşa zayendî re rûbirû ma , di îfadeya li dozgeriyê de diyar kiribû ku xwediya dukana kuafurê ku ligel wê dixebitî, Yildiz Çelîk fuhuş li wê ferz kiriye. Zarokê wiha gotibû: “Yildizê got ‘vîdeoya te heye. Ezê nîşanê malbat û bavê te bidim.’ Ez tirsiyam. Min xebata xwe berdewam kir.” Zarokê got rastî êrîşa îstîsmara Heves Tinig, Mehmet Şakîr Aygan û kesê bi navê ‘Muxtar’ hatiye û van kesan pere dida Yildiz Çelîk.   Serdozgeriya Komarê ya Êlihê biryara veşartinê ji bo dosyayê da, Yildiz Çelîk, Eflatun Emluk, Mehmet Şakîr Aygan, Heves Tinig û K.T di 17’ê Nîsana 2017’an de hatin girtin. Piştre di runiştinên dawî de hemû gumanbar hatin tahliyekirin. Di runiştina 10’emîn de jî tu pêşketin çênebû û hemû gumanbar beyî girtî tên darizandin.