Gumanbarê şîdetê ku nehat girtin mehek şûnde jin qetil kir 2020-02-24 09:09:00   MÊRDÎN - Ramazan Kilinç ê li Mêrdînê îşkence li dayika xwe kiribû û nehatibû binçavkirin, mehek şûnde jinek qetil kir.  Doza ku gumanbar jê tê darizandin jî didome.   Li gundê Elmabaşi yê Artuklu ya Mêrdînê di Tebaxa 2018’a de mêrê bi navê Ramazan Kilinç, xwest mûçeyê dayika xwe Zahra Kilinç (82) bigire û dayika wî nexwest bide û li ser vê îşkence li dayika xwe kir. Gundiyan mudaxaleyê bûyerê kirin û Zahra rakirin nexweşxaneyê û di rapora ku doktoran da Zahrayê de hat gotin ku diranên wê şikestîne, hestiyên pişta wê di kezeba wê de çûne xwarê.   Tevî gilîkirinê nehat girtin   Zahra piştre çû qerekolê û gilî kir, lê der barê Ramazan de tu lêpirsîn nehat vekirin.  Li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê doza cemawerî hat vekirin.  Di rûniştina di 31’ê Çile de hat dîtin Zahrayê dîsa îfade da û giliyê xwe dubare kir. Lê Ramazan sûc înkar kir.Heyeta dadgehê 11 sal ceza li gumanbar birî û ceza daxistin 5 sal û 6 mehan.   Jinek  jî qetil kir   Gumanbar Ramazan mehek piştî şîdeta li dayika xwe kiribû şûnde di îlona 2018’an de li Qoserê welatiya Gurcîstanê Melîsa Îlma (45) jî bi kêrê qetil kir û hat hînbûn ku ji vî sûcî li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye. Rûniştina wî wê di 12’ê Nîsanê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin.