‘Rewşa Baş’ ya nû a darazê: Tahliye û berat 2020-02-18 09:05:44   Dîlan Babat   ENQERE - Di pêvajoya dawî de gumanbarên ji sûcên tacîz, şîdet û tecawizê tên darizandin û lêpirsîn der barê wan de hatiye vekirin, bi hinceta daxistina ‘rewşa baş’ tên tahliyekirin, beşek wan jî tên beratkirin.   Li Tirkiyeyê li dijî şîdeta şîdet, tacîz, tecawiz roj bi roj zêde dibe û ji ber polîtîkayên desthilatdariyê jî jin li kolan, mal, kageriyê bi awayekî sîstematîk bi şîdeta mêr re rûbirû dimînin. Ji bo jinên ku parastina cewherî pêk tînin jî cezayên giran tên dayîn. Lê ji bo kujerên jinan û sûcdarên tecawizê ji ‘rewşa baş’ û ‘daxistina tahrîkê’ ceza tên dayîn. Gelek dosyayên gumanbarên sûcên tacîz, tecawiz û şîdeta li hember jinan bi berat an jî tahliyeyê encam bû. Di sala 2019’an û serê 2020’an de biryarên berat û daxistina ji rewşa baş hatin dayÎn.   Di meha ewil a 2020’an de dosyayên ji rewşa baş bi berat û tahliyeyê encam bûne wiha ne:   * Li Çermug a Amedê du zarok ji aliyê xizmê wan Ramazan A. ve rastî êrîşa zayendî hat. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbar de îdianame amade kir. Di encama lêpirsîn û delîlên hatin komkirin de, hat gotin ku navbera gumanbar û zarokan de husumet tune, sedemên têr yên sûcdariya giran tune û Ramazan A. di rûniştina ewil de hat tahliyekirin.   * Li Beşîktaş a Stenbolê D.G ku li dijî jnekê êrîşa zayendî pêk anî û hat girtin, runiştina wî ya ewil li 55’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgeha biryar axwe aşkera kir diyar kir ku gumanbar sûc kiriye û 2 sal û ceza û 3 hezar û 400 tL ceza da. Heyeta dadgehê ceza taloq kir û biryara tahliyeyê da.   * Li Serêkaniyê ya Rihayê di 2018’an de, kesên bi navê A.B, C.H, M.Y û M.B tecawizê ya zarokên temenê wan di navbera 15 û 17 de diguhere kirin û fihuş lê ferzkirin. Der barê van kesande doz hat vekirin û rûniştina duyemîn li Dadgeha Cezaya Giran a Wêranşarê hat dîtin. Dadgehê biryara xwe da û beyî hincetê bîne ziman, hemû gumanbar bi qedexeya derketina derve tahliye kir.   * Tuncay Kaltal ku 6 sal bû Melîke Canli tehdîd û tacîz dikir, biryara doza jê dihat darizandin hat dayîn. Heyetê ji sê sûcên cuda 2 sal û 10 meh ceza da û gumanbar negirt.   * Li Peyas a Amedê mêrê bi navê S.G û sê kesên ligewl wî kul i hember zaroka bi navê M.A êrîşa zayendî pêk anîn dihatin darizandin û yekem gumanbarê girtî S.G jî hat tahliyekirin.   * Li Dêrsîmê mêrê bi navê Serkan K. li hevjîna xwe şîdet pêk anîn û ji doza dihat darizandin 2 hezar û 200 TL ceza girt û heyeta dadgehê nesiheta ‘hev efû bikin’ kir.   * Sezer Denlî ya li Mêrdînê li hember zarokê êrîşa zayendî ya sîstematîk pêk anî, ji doza dihat darizandin, daxwaza girtina wî ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.   * Bahadir Gurler yê li Esenyurta Stenbolê hevjîna xwe Sevda Gurler qetil kir, bi îdiaya ‘tenduristiya mêjiyê wî ne di cih de ye’ hat tahliyekirin.   * Li Konyayê ji bo mêrê bi navê R.E ku li hember xwişka xwe êrîşa zayendî pêk anîbû, ji rewş abaş ceza hat daxistin.   * Li Nisêbîna Mêrdînê, mêrê bi navê Agît Şaşmaz bi tehdîda mirinê tecawizê jina bi navê B.Y ya 19 salî kir û ji doza dihat darizandin biryara darizandina beyî girtî hat dayîn.   * Li Bodrumê di 2010’an de Asli Baş bi guman jiyana xwe ji dest dabû û der barê bûyerê de Ahmet Bayer û zarokên wî Hakan û Volkan Bayer yên dihatin darizandin berat kirin.   * Li Bagcilar a Stenbolê derketibû holê ku 384 zarokên ducanî mane û serî li nexweşxaneyê dane ji emniyetê re nehatine ragîhandin û 18 doktorên ji sûcê ‘xebatkarê cemawerî sûc ranegîhand’ dihatin darizandin berat kirin.   * Mêrekî ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê antrenorî dikir, li xwendekara 17 salî êrîşa zayendî pêk anî. Dadgeriyê 16 sal û 3 meh cezayê li gumanbar hatibû birîn xera kir û tahliye kir.   * Li Amedê mêrê bi navê S.D kul i hember zarokê êrîşa zayendî pêk anî di runiştina ewil de hat tahliyekirin.   * Li Avcilar a Stenbolê mêrê bi navê Fatîh O yê li hember jinekê êrîşa zayendî pêk anîn. Dadgehê di doza darizandinê de daxwaza girtina gumanbar redkir û runiştin taloq kir.