Parêzer Ozum Vurgun: Em di şaşiyeke hiqûqî de ne 2020-02-15 09:14:11   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama OHD’ê parêzer Ozum Vurgun diyar kir ku hemû mafên ku di qanûna hejmar 5271’ê de ji bo girtiyan hatiye nasîn divê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din jî pêk bê û got: “Di nava şaşiyeke hiqûqî de ne.Van dijhiqûqiyan welat girtiye dest. Divê em tecrîdê her tim bînin ziman û em bikin rojeva xwe ya sereke.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye. Piştî 8 sal qedexeya hevdîtinê bi grevên birçibûn û rojiya mirinê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk hat. Piştî 5 hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha besriva serlêdanan nehat dayîn. Parêzera Komeleya Hiqûqnasê Ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun der barê mijarê de nirxandin kir.   Ozumê balkişand ser qanûna hejmar 5271 û got tecrîd tenê bi qanûnê bê îfadekirin qels dimîne û got tecrîd di peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin û di qanûnên welat de jî bi giştî pêkanîneke qedexeye û wiha got: “Di qanûnê de tem tiştekî qedexe diaxivin. Em vê dijhiqûqiyê carek din derdixin holê. Li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Piştî grevê sekna girtiyan gelek zelal bû. Rojiyên mirinê hatibûn destpêkirin. Pêvajoyek dirêj bû. Piştî grevan 5 hevdîtin pêk hatin. Lê piştî vê dîsa teknîka cezakirinê pêk hat. Ev konjoktereke ku bi awayekî kêfî berdewam dike ye. Di 21 salan de her tişt bi heman awayî pêş ketiye.”   ‘Hemû civak tê tecrîdkirin’   Ozum li ser rewşa girtî Veysî Aktaş sekinî û got qedexeya bêdem a girtina agahiyê danê û wiha got: “Di qanûnê de tiştek wisa tune. Kesek nikare rastî vê cezayê bê. Ev îşkenceye. Rewş û sûcê girtî çi dibe bila bibe mafê wî heye ku hevdîtinê bi parêzerê xwe re bike. Ev li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û xalên destûra bingehîn e. CPT ku çibû Îmraliyê du sal şûnde rapor weşand. Me rapor lêkolîn kir û em bi raporeke alîgirê desthilatdariyê ve hatin rû hev.”   ‘Tenê gelê Kurd ji tecrîdê bi bandor nabe’   Ozumê bi lêv kir ku tecrîd tenê li ser gelê Kurd pêk nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cezakirin, qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran di bin kamerayan de pêkhatin jî tecrîd e. Manîpule dikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din li hember hemû civak û gelê Kurd e. Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû wê di hefteyekê de rewşa pevçûnê ji holê rabike. Sekna wî pir zelal bû. Her tim bi awayekî zelal nîşan da ku dikare rêbazên aştiyane dane holê. Sedema berdewamkirina pevçûnan desthilatdariye.”   ‘Divê tecrîd rojeva sereke be’   Ozumê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tişta divê îro bê kirin; divê tecrîda li ser Birêz Ocalan û hemû girtigehan bê rakirin. Divê em her tim tecrîdê bînin rojevê û divê bibe rojeva me ya sereke. Ev bi zexta civak û saziyên civaka sivîl dikare pêk bê.”