‘Em roja rûniştinê hînbûn ku doz hatiye tefrîkirin’ 2020-02-08 09:04:07   AMED - Parêzer Habîbe Deyar diyar kir ku dosyayên kesên ji doza Sûrê dihatin darizandin hev veqetiyane lê hem yên tên darizandin û hem jî em nehatin agahdarkirin û got roja rûniştinê hînbûne ku doz hatiye tefrîkirin (cudakirin). Habîbeyê daxuyakirin ku darizandin li gorî usulê nehatiye kirin.   Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeyên derketina derve de, yên ku asê mabûn û piştî tahliyekiririna wan, yên hatibûn binavkirin ku piranî jê zarok bûn, 19 jê girtî 40 kes ji dozên hatibûn vekirin dihatin darizandin. Rûniştinadozê ji Gulana 2017’an heta niha li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin. Kesên ji Sûrê hatibûn derxistin û binçavkirin bi hincetên wekê ‘yekitiya dewletê xerakirin’, ‘Endamtiya rêxistinê’ hatin sûckirin îdianameyên pêvek yên hatin amadekirin jî bi dosyayê re kirin yek. Parêzera Dozê Habîbe Deyar, rewşa muvekîla xwe Sînem Ateş û malbat wê vegot.   ‘Fatma Ateş û malbata wê li Sûrê asê mabûn’   Habîbeyê diyar kir ku yek ji malbatên ku di qedexeyê de di hundir de mabû malbata Ateş bûye û wiha got: “Dê, bav, keçên wan û birazî û xwarziyên wan bi rojnameger Mazlum Dolan re asê mabûn. Xizmên wan serî li CÎMER û BÎMER’ê dan ku ev malbat sivîl e û daxwaz kiribûn ku bên derxistin. Sê serlêdanên fermî hatin kirin û di serlêdanekê de Serokê Baroyê yê demî Ahmet Ozmen jî ji bo derxistin malbatê wek heyet hevdîtin kiribû. Fatma Ateş di encama bombeyekê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştre bav Fahretîn û keçên wî Fatma û Sînem di 19’ê sibata 2016’an de hatin binçavkirin û girtin.”   ‘Me biryara Tefrîk piştre hîn kir’   Habîbeyê da zanîn ku dosyayên kesên ji Sûrê hatin derxistin hemû kirine yek û doza sereke ya Sûrê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatiye dîtin. Di darizanê de çend kesî qebûl kirin ku di rêxistinê de cih digirin û li ser vê li salonê nîqaşên cidî hatin jiyîn. Di rûniştinan de serokê dadgehê mudaxaleyê mafê gotina gumanbaran kir û got ‘bersiva pirsên min bide’. Bi ser kesên dihatin darizandin de diqêriya û bi talîmata ku wê salonê vala bike tevdigeriya û bi vî awayî berdewam kir. Herî dawî serokê dadgehê guherî û yê nû jî di rûniştina ewil de heman nîqaş hat jiyîn û di rûniştina din de biryar dan ku doz ji hev veqetin. Biryar didin ku girtî cuda cuda bê darizandin û ev biyar ji girtiyan re nayê teblîg kirin, ji gumanbaran re nayê teblîgkirin. Me roja rûniştinê ev hîn kir.”   Habîbeyê got li ser vê mafê wan yên îtîrazê derketiye holê û got îtîraza wan jî nehatiye qebûlkirin. Habîgeyê wiha got: “Hinek şahidên veşarî hebûn. Biryar hat dayîn ku ev şahid bên guhdarkirin. Rêziknameyeke ku guhdarkirina şahidên veşarî heye. Dadgehên Cezayê li gorî vê qanûnê tevnegeriyan.”   Habîbeyê balkişand ser ji hev veqetandina dosyayan û got: “Biryar bi lez tên dayîn. Ne pêkane bi hezaran rupel di sê rojan de bên xwendin. Ji bo delîl bên komkirin, dem tunebû, ji ber li girtîgehên cuda bûn hewl didin bil ez pêvajoyê temam bikin. Ev di serê parêzeran de rê li ber pirsnîşanan vedike.”