Gumanbarê êrîşa zayendî di rûniştina ewil de hat berdan 2020-02-07 09:06:24   Şehrîban Aslan   AMED - Sala borî li Çermuga Amedê derket holê ku kesê bi navê Ramazan A. du zarok îstîsmar kiriye û piştî vê gumanbar hatibû girtin. Lê gumanber di runiştina ewil de hat berdan.   Di 2019’an de li Çermuga Amedê derketibû holê ku Ramazan A. du zarokên ku xizmên wî bûn êrîşa zayendî li hember wan pêk aniye. Li ser gilîkirina malbatê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Ramazan A. de ji sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ îdianame amade kir.   Di îdianameyê de hat diyar kirin ku gumanbar ev sûc qebûl nekiriye. Di îdianameyê de wiha hat gotin;Gumanbar di 25’ê Hezîrana 2019’an de ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Çermugê ve hat girtin. Dozgeriyê ji xalên ku di îdinameyê de hatine diyarkirin de xwest gumanbar cuda cuda bê cezakirin.   Gumanbar di runiştina ewil de hat tahliyekirin   Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û gumanbar di runiştina ewil de hat tahliyekirin. Runiştina duyemîn di 8’ê Çile de hat dîtin. Gumanbar Ramazan A. parêzerê wî Emrullah Ozdemîr, parêzerê zarokekê Lokman Sunyar û wekîlê wezareta polîtîkayên malbatî û civakî tevlî bû. Parêzarê zarokê din jî daxwazanameya mazeretê da û tevlî nebû.   Runiştina sêyemîn a dozê wê di 17’ê Sibatê de li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.