7 kesên broşur belav kiribûn wê derkevin pêşberî dadgeriyê 2020-02-06 09:19:28   STENBOL - 6 jê jin 7 kesên di 25’ê Mijdarê de buroşur belav kibirûn hatibûn girtin û der barê wan de îdianame hat temamkirin. 7 kes wê bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ di 11’ê Sibatê de derkevin pêşberî dadger.   Li Esenyurt a Stenbolê di 25’ê Mijarê de bi armanca balê bikşînin ser 25’ê Roja Têkoşîna li ser Şîdeta li ser Jinê, Ayfer Yilmaz, Elcan Uçar Kordu, Maynur Yilmaz, Muruvvet Kesen, Turkan Sumbul, Zubeyde Agirbaş û Muzaffer Îpek dema broşur belav dikirin hatin binçavkirin û girtin. Îdianameya der barê wan de temam bû.   Di îdianameyê de hat diyarkirin ku 7 kesî li qada Cumhuriyetê ya Esenyurtê broşur belav dikir û di vê navberê de polîsan broşur lêkolîn kirine û di kontrola hatiye kirin derketiye holê ku Yekemîn Dadgeriya Cezayê Sulh a Wanê çapa wê ya 14’ê Mijdara 2019’an qedexe kiriye, belavkirin wê asteng kiriye û biryara desteserkirina nusha belavkirinê daye.   Îdianameya pêşkêşî 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat kirin û hat xwestin ku bi sûcdariya ‘propaganda rêxistinê’ bên cezakirin.   Yekemîn rûniştina dozê wê di 11’ê sibatê de bê dîtin.