Dadgehê qedexeya derketina derveyî welêt a Leyla Guven ranekir 2020-02-05 12:01:19   AMED - 9'emîn rûniştina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li 9'emîn Dadgeha Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê qedexeya derketina derveyî welêt û tedbîra kontrola edlî ya Leyla Guven ranekir.    9'emîn rûniştina doza bi îdiaya "rêveberiya rêxistinê" di derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven de hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê qedexeya derketina derveyî welêt û tedbîra kontrola edlî ya Leyla Guven ranekir. Leyla Guven beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Leylayê Serdar Çelebî, Cemîle Turhalli li rûniştinê amade bûn.    'Ev tedbîr ji bo muwekîla min ceza ye'   Parêzera Leylayê Cemile Turhalli got"Qedexeya derketina derveyî welêt û kontrola edlî ya li ser muwekîla min ji bo wê ceza ye. Bi vî rengî ji gelek mafên xwe bêpar tê hiştin. Ji ber peywira wê ya parlamenteriyê ji wê re vexwendnameya Parlamentoya Ewropayê hat. Lê ji ber qedexeya derketina derveyî welêt ew nikare biçe. Her wiha xizmên muwekîla min ên li derveyî welat û nexweş hene. Muwekila min nikare wan bibîne. Ev jî tê wê wateyê ku mafê jiyana taybet a malbatê tê binpêkirin. Ez daxwaz dikim ku qedexeya derketina derveyî welêt a li ser muwekîla min bê rakirin."   Rûniştin hat taloqkirin   Heyeta dadgehê piştî navberê bi hinceta "wesfa sûc","radeya ku dosya hatiyê" biryara berdewamiya qedexeya derketina derveyî welêt û tedbîra kontrola edlî hat dayin. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 8'ê Nîsanê kir.