Pakêta darazê ya duyemîn: Wê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe 2020-02-05 09:06:52   Dîlan Babat   ENQERE - Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Îdîl Yalçiner Şîmşek sererastkitina ‘di îstîsmara zarokan de bi riya zewacê efû’ ya di pakêta darazê ya duyemîn de cih digire nirxand û diyar kir ku ev sererastkitin wê zewacên di temenê biçûk de û îstîsmara zayendî rewa bike û got ev ê welatê me ji cîhan modern dûr bixe û ber bi tarîtiyê ve bibe.   Sererastkirina ‘Di îstîsmara zarokan de bi riya zewacê efû’ bi pakêta darazê ya duyemîn dîsa hat rojevê û di rojên pêş de wê biçe meclîsê. Di pakêta darazê ya duyem de daxistina ceza wê mijara gotinê be û her wiha sûcdarên edlî wê ji van daxistinên ceza fêdeyê bigire.   Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Îdîl Yalçiner Şîmşek, der barê Stratejiya Pakêta Reforma Darazê ya duyemîn de nirxandin kir.   Îdîlê bi lêv kri ku ew der barê xala ‘di înfaz û darazê de, di alî lihevkirina li ser navê dewletê avakirina komîsyoneke sulhê’ de ne xwedî agahiyên berfireh in û got: “Hevdîtinên lihevkirinê yên ku dewlet wek hêza herî mezin wê lê rûne, wê encamên adîlane nede. Ligel vê pîşeya parêzeriyê jî wê bi van sererastkitinan birînên giran bigire û di pêvajoyê de wê bihele.”   ‘Welat wê ber bi tarîtiyê ve biçe’   Îdîlê destnîşan kir ku daxistinên ceza yên di pakêtê de cih digirin, ne rast in û got: “Ev li dijî rêgeza wekheviyê ya xala 125’emîn a Destûra Bingehîn e. Ev ê pêvajoya efûyeke giştî jî bide destpêkirin. Ji ber vê jî divê ji guherînên qanûna înfazê ya ku ji bo hinek girtiyan pêk tê, xwe dûr bigirin. Ev sererastkirin wê îstîsmara zarokan, zewaca di temenê biçûk de rewa bike. Ev ê di wijdanê civakê de bîrînan ava bike.    Sererastkirineke wisa wê welatê me ji cîhana modern dûr bixe û ber bi tarîtiyê ve bibe. Em hişyar dikin ku bila sererastkirineke wisa neyê meclîsê û parlamenter di vê mijarê de bi hestiyar tev bigerin.”   ‘Wê pêkanîna sûcan jî hêsan be’   Îdîlê bi lêv kir ku ev sererastkirin wê bibe sedema berdana 40 hezar girtî û ger di meclîsê de derbas bibe û sûcdarên şîdet li jinan kiribin jî hebin wê demê wê nêrîna ku ev sûc bi destê dewletê tên rewakirin derkeve holê û got: “Wê ev sûc jî zêde bibin. Ev sererastkirinên efûyê li gorî kêfa hinek kesan nikare bê kirin. Divê neyê kirin jî. An jî wê pêkanîna sûcan gelek hêsan bibe. Kesên bi cezayê girtîgehê tên mahkumkirin, çawa ji rûniştinê derdikevin pêvajoya ku di girtîgehê de wê derbas bikin hesab dikin. Heta li ser înternetê bernameyên ‘hesabkirina razanê’ êdî tên bikaranîn.”   Îdîlê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek kes ji ber nêrîna xwe hatine mehkumkirin û ev jî li pêş pêşketina Tirkiyeyê astengiyeke mezin e û got: “Rojnamegerên muxalîf tên girtin û azadiya fikr û ramanê tê tunekirin. Ev jî zirarek mezin dide welat. Ji ber vê divê xalên ku rojanemegeran azad dike hebin.”