Ji bo gumanbarê êrîşa zayendî xelata tahliyeyê 2020-02-04 09:08:09   AMED - Li Peyas a Amedê mêrê bi navê S.G û sê kesên ligel wî li hemberî zaroka bi navê M.A êrîşa zayendî pêk anîbûn. Di doza dihatin darizandin de yekane gumanbarê girtî S.G jî hat tahliyekirin.   Li navçeya Peyas a Amedê di 2018’an de derket holê ku zaroka bi navê M.A bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê S.G, H.A , A.B û M.K.G de ji sûcên ‘bi tehdîd û xîleyê kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan' îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat diyar kirin ku gumanbaran êrîşa zayendî ya li hember zarokê berê plan kirine.   Îdianameya der barê S.G de hatibû amadekirin ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û doza cemawerî hat vekirin. Der barê S.G de ji sûcê êrîşa zayendî ya li hemberî zarok 10 sal ceza, kes ji azadiyê bêpar hiştin jî 7 sal û 7 meh û 10 roj ceza hat xwendin. Yekemîn rûniştin di 1’ê tebaxa 2019’an de hat dîtin.   Di îdianameyê de îfadeyên gumanbaran yên êrîşa zayendî red dikir cih digirt û li gorî rapora Saziya Tipa Edlî ya Amedê jî êrîşa zayendî hatibû tespîtkirin cih girt. Di teşîsa 18’ê îlona 2019’an de zarok M.A, M.K.G û H.A yê wesayît bikar dianî teşhîs kir.   Di îdianameyê de hat destnîşan kirin ku S.G û gumanbarên din roja bûyerê bi hevkarî tevgeriyane û hat gotin ku ji bo doza cemawerî bê vekirin delîl têr dikin. Dozger der barê gumanbaran de ji sûcên ‘bi tehdîd û xîleyê kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan’ daxwaza cuda cuda bê cezakirin biryar da.   Rûniştina sêyemîn di 8’ê çile de hat dîtin û gumanbarê girtî S.G tevlî rûniştinê bûn û yên ne girtî jî daxwaznameya hincetî dan û tevlî nebûn.   M.A û dayika wê giliyê şûnde kişandin   M.A û dayika wê ku beriya rûniştinê daxwazname dabûn, di rûniştinê de jî gotin wan dest ji giliyê xwe berdane.   Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina S.G da. Parêzerê S.G û M.K.G îdia kir ku M.A û S.G wê bizewice û daxwaza beratê kir. Heyeta dadgehê bi qedexeya derketina derve û tedbîrên kontrola edlî biryara tahliyeyê dan.