Parêzerên jin vegotin:Doza sê sale berdewam dike mînaka bêcezahiştinê ye 2020-02-01 09:24:39   Dîlan Babat   ENQERE - Jina bi navê Y.O di encama şîdeta mêr de çavekî xwe winda kiribû û parêzerên ÇHD û OHD’ê yên tevlî dozê bûbûn, pêvajoya darizandina 3 salan û nêzîkatiya li hember wan û muvekîla wan, helwesta darazê nirxandin.   Parêzerên doza, ku gumanbarên xwestin Y.O qetil bikin, bal kişandin ser daraza mêr û bêcezahiştinê û bandora çapemeniya civakî û darazê û gotin: “Di têkoşîna jinan de hiqûq alavek e. Wek doza Şule Çet, ku salon tije bû, li saloneke din rûniştina doza jineke ku têkoşîna maf dida vala bû. Heta navê wê jî nayê bihîstin.”   Li Enqereyê di 2016’an de Omer Faruk A. û birayê wî B.A, hewl dabûn ku Y.O qetil bikin. Di encama êrîşê de Y.O çavekî xwe winda kir. Xwişka Y.O û hevala wê jî birîndar bûbûn. Di doza ku 3 sal bû li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin, li gumanbaran cezayên wek xelat hat dayîn.   Yek hat tahliyekirin   Omer Faruk A û B.A yên hatin binçavkirin hatin girtin. Di rûniştina duyemîn ya di 28’ê îlona 2016’an de hat dîtin de B.A bi şerta kontrola edlî hat tahliyekirin. 17’emîn rûniştina dozê hat dîtin û dozger di mutalaya xwe de der barê Omer Faruk A. de ji ‘teşebusa kuştina Y.O cezayê muebetê xwest û daxwaza daxistina ceza hat kirin.   Di mutalayê de her wiha hat diyarkirin ku piştî înfaza ceza şûnde tedbîrên berdana bi kontrol pêk bên û der barê gumanbarên din de jî daxwaza beratê hat kirin. Heyeta dadgehê der barê mutalaya dozger de biryara di cih de ye da.   Dadgeha îstînafê jî diyar kir ku şertên daxistinê tune û dosya ji nû ve şand dadgeha herêmî.   Ji bo doza ku ji nû ve hatiye dîtin Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tevlî bû. Parêzerên dosyayê Kubra Ekmen, Nergîz Gornaz û Hulya Yildirim axivîn.   *Gumanbar ji rewşa baş û daxistina tahrîkê fêde girt. Di destpêkê de hûn pêşveçûna van dosyayan çawa dinirxînin?   Nergîz:Piştî îstînafê, wekîlê dosyayê xwest doz bibe girseyî. Rîskek cidî ya tahliyekirina gumanbar hebû. ‘Daxistina tahrîka bêmaf’, ‘daxistina ji rewşa baş’ pêk hatibû ji cezayê muebetê heta 7 salan daketibû. Piştî tahliye bû, me bi rêxistinên jinan re ekîb ava kir û em çûn rûniştina ewil. Em bi komî çûn runiştinê û helwesta heyeta dadgehê û wekîlê gumanbar pir cuda bû. Piştî em tevlî dozê bûn muvekîla me gelek kêfxweş û xurt bû.   Hulya:Dema em li vegotinên muvekîla xwe dinêrin em dibînin ku pêvajo li gorî usulê pêş neketiye. Girtek nehatine girtin, tehdîd, heqeret û gilî nexistine dosyayê. Belge û delîlên der barê gumanbar de baş nehatine lêkolînkirin. Qeydên HTS’ê ewil dikevin dosyayê piştre winda dibin. Li ser vê lêkolînek nehatiye kirin û di dosyayê de biryar hatiye dayîn û çûye îstînafê. Di pêvajoya îstînafê de kêmasî li ber çavan hatiye girtin û şûnde hatiye şandin. Ji ber vê em dikarin bêjin ku baş bûye. Piştre ÎHD,ÇHD û OHD’ê xwest tevlî bibe û daxwaza me hat qebûlkirin.   Kubra: Muvekîla me sê salan rastî êrîşê tê û di alî derûnî de rojên zor jiyaye. Bêyî derman nikare razê. Her roj rastî tehdîdan tê. Ji girtîgehê ji bo muvekîla me her tim tehdîd tên kirin. Piştî her rûniştinê rakirine nexweşxaneyê. Pirsgirêkên ewlehiyê çêdibin. Li ber salona rûniştinê şer çêdibe. Me ekîbek ava kir û em dosyayê dişopînin. Ji rûniştina ewil de heta niha helwesta parêzer û gumanbaran guherî. Helwesta dadgehê guherî. Ya dadgehê bi giştî wek ‘femînîstan bi ser dadgehê de girtiye’ guherî.   *Dema mijar di çapemeniya civakî de dertê holê piştgirî û refleksa civakî û rêxistinên jinan hema xwe dide der. Hûn vê çawa dinirxînin?   Nergîz:Gelek kes dizanin ku bi riya darazê edalet pêk nayê. Ne tenê di dozên jinan de di gelek dozan de di dozên civakî de jî divê civak zexta xwe nîşan bide. Em bi alavên destên xwe dikarin xwe bigihînin. Di têkoşîna jinan de hiqûq alavek e. Di dosya Şule Çet de, salon tije dibe lê di salona din de ku jinek din mexdûr bûye, salon vala ye û jin tenê ye. Heta navê wan jî nayê bihîstin.   Hulya:Di hemû têkoşînan de ji bo pêvajoyên darazê bi ser bikevin divê têkoşîneke civakî hebe. Di hemû dozên ku rêxistinbûna civakî tune ye de doz bê kes dimîne. Em di pêvajoyeke ku ku hiqûq bi tena serê xwe pozîtîf nayê nirxandin de derbas dibin. Ji bo me parastineke baş encamek baş nade. Pirsgirêkek zîhniyetê heye. Divê ewil ev bê çareserkirin.   Kubra: Di xwegîhandina edaletê de gelek pirsgirêk hene. Di vê pêvajoyê de destkeftiyên me yên cuda dibin. Em xwe digihînin jinan, em bi aliyên cuda re tên cem hev. Jin diguherin.   *Ligel van gumanbar bi daxistinên rewşa baş û kravatê tên xelatkirin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Kubra:Mixabin ev helwest hîna heye. Em her tim neçar dimînin mudaxale bikin. Di dozên îstîsmara zarokan de jî ji zarokan re dibêjin ‘daxwaza te hebû?. Li gorî usulê ne ferz e li dadgehê zarok guhdar bikin. Ligel psîkologan divê li ÇÎM’ê îfadeya zarokan bê girtin. Her wiha di doza Şule Çet de jî pirsên weke ‘bakîre bû an na?’, ‘Pir zêde derdiket derve an na? Mêr dihatin malê an na? bihîstin.   Hulya:Li hember me dadger û heyetek ku hêza dewletê temsîl dike heye. Cesaretê digire. Di demên 2010’an de li fakulteyên hiqûqê atolye hebûn. Di dema me bi saya atolyeyan gelek hevalên me hewl didan ji zîhniyeta ku jinan didarizînin dûr bikevin û bi aliyekî din binêrin. Lê niha ev dersên zayenda civakî hatine rakirin. Divê ev bên guherîn. Dema xwendekarek tê gihandin, dadger ji zanîngeha derbas dibe divê ji zûde ev derbas kiribe.   *Di rûniştina Y.O de jî gumanbar di bin navê parastinê de îftire kiribû. Di vî alî de di dozên din de jî parastinên wisa tên kirin gelo, hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Nergîz:Gumanbar Omer Faruk A. berê jî li Konyayê jinek birîndar kiribû. Beriya vê dosyayê gelek dosyayên din ên bi muvekîla me re hene. Beriya bûyerê li muvekîla me digere û dibêje ‘Ez ê te bikujim, tu yê nikaribî derkeve rûniştinê’. Li gorî vegotinên muvekîla me demekê biryara parastinê nehatiye dayîn. Dema gumanbar hewl daye bikuje, muvekîla me bi rûyê birîndar çûye deriyê dadger û dadgehê û gotiye ‘ez ji ber we di vê rewşê de me biryara parastinê nehatiye dayîn’. Piştre hemû kar û bar bi lez tên kirin. Ger pêvajoyeke darazê ya bi bandor bihata kirin wê îro ev nehatibana jiyîn.   Hulya:Gumanbar, xizmên gumanbar û heyeta dadgehê tevî her tiştî, jinek wisa xurt li pêş xwe dibînin û nerehet dibin. Dixwazin ku di encama êrîşeke wisa de jin biçewise. Yanî têkoşîna jinê ya bi înat wan ditirsîne.   Kubra:Xizmên gumanbar jî wek gumanbar helwestê nîşan didin. Di serê dosyayê de dayika gumanbar li alî muvekîla me helwestê digire. Dibêje ‘ez zarokên xwe nas dikim tu jê xwe dûr bigire’. Lê dema ev bûyera êrîşê dest pê dike hemû li alî gumanbar cih digirin.   * Doz bi bêcezahiştinê encam dibin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Hulya: Rêxistinên jinan di nokteya şopandina dozan de bi awayekî cidî pêş ketine. Têkoşîneke berfireh heye. Ev çawa tê organîzekirin, çawa divê rêxistin bibe an jî belav bibe, veguhere polîtîkayê nizanim. Li gorî min divê her kes wek hev be. Ev pirsgirêk ancax bi wekheviyê çareser bibin.   *Gotinên parêzerên gumanbaran jî nîşan didin ku rewşa daraza serdest çawa ye. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Nergîz: Em van rewşên li dadgehan baş dizanin. Em gotinên weke ‘ev, ji bo şovê hatine vir’ gelek dibihizîn. Parêzerê gumanbaran vê bi aşkera dibêjin. Em dibînin ku dozger jî ji sekna me gelek ne rehet e. Ji ber vê jî ji bo me piştevanî gelek girîng e.