Di dosya ‘îşkenceya binçavan’ de sê sal in pêşketin tune 2020-01-29 09:14:12   MÊRDÎN - Di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de, 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û rastî îşkencê hatibûn. Li ser gilîkirina girtiyan, lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 3 salan de tu pêşketin çênebû û derket holê ku di çarçoveya dosyayê de îfadeya yek kesî nehatiye girtin.   Di navbera 2015-2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di qedexeyên derketina derve de 17 jê zarok 70 kes di 24’ê gulana 2016’an de hatin binçavkirin û  70 kes piştî du roj binçavkirinê hatibû girtin. Parêzeran diyar kir ku dema îfadeyên wan hatine girtin, ruyê wan nedihat naskirin û 70 kes rastî îşkencê hatine. Piştî girtinê îdianameya girtiyan 19 meh şûnde hat amadekirin. Heta niha li 37 kesî ceza hat birîn lê der barê doza ku îşkenca di bin çavan de dîtine jî tu pêşketin tune.   Girtiyan di bin îşkencê de îfade dabûn   70 kesên hatibûn binçavkirin li salonek sporê hatibûn girtin û di dîmenên çapemeniya alîgir de dihat dîtin ku kek û ava fêkiyan didin wan û di dîmenan de tu şopa şîdetê li rû û bedena wan nayê dîtin. Piştî dîmen hatin weşandin şûnde îfadeyên wan hatibûn girtin. Parêzerên ku tevlî îfadeyên wan bibûn, diyar kir ku girtî nedihatin naskirin. Tevî ku girtî biribûn nexweşxaneyê rapora derbkirinê nedabûnê û hatibû hînbû ku bi îşkencê îfade dane.   Li ser gilîkirina girtiyan lêpirsîn hatibû destpêkirin   Îdiayên îşkenceyê ku bi hevkariya parêzeran di çapemeniyê de hat dîtin, ji aliyê girtiyan ve jî hatibû piştrastkirin. Girtiyan piştî îşkencê der barê polîs û leşkeran de gilî kiribûn. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê ve jî lêpirsîn hatibû destpêkirin.   Heta niha ji bo 37 girtiyan ceza hat birîn. Lê mixabin di doza îşkenca binçavan de, ev sê sale tu pêşketin tune. Hat hînbûn ku di çarçoveya dosyayê de îfadeya tu kesî jî nehatiye girtin.