Ji bo Rojnameger Bêrîtan Canozer ceza hat xwestin 2020-01-27 15:41:56   AMED - Di doza ku Rojnameger Bêrîtan Canozer bi sûcê "propagandaya rêxistinê" dihat darizandin de dozgeriyê ceza xwest.    Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî derbarê Rojnameger Bêrîtan Canozer de bi idiaya "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 2'yemîn rûniştina Bêrîtanê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bêrîtan Canozer û parêzerê wê Resul Temur amade bûn. Di rûniştinê de Bêrîtanê sûcdariyên derbarê wê de qebûl nekir û anî ziman ku ew parvekirinan ne yên wê ne.    Meqama îdiayê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" xwest ku Bêrîtanê bê cezakirin.    Parêzer Resul Temur li dijî mutalaya dozger paratin kir û ji bo parastinê dem xwest.   Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 25'ê Adarê kir.