Serokê dadgehê hişyarî da îtîrafkar: Tu ne mecbûrî bersiv bidî 2020-01-27 14:29:18   AMED - Di danişîna doza Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de parêzeran ji şahid pirs pirsîn. Serokê dadgehê pirsan neeciband û ji îtîrafkar re got: "Tu ne mecbûrî bersiv bidî."    Hevşaredara Navçeya Karaza Amedê Rojda Nazlier bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” girtî tê darizandin. Danişîna ewil a doza Rojdayê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojda ji Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Resûl Tamûr, Bawer Mizrak û Diyar Çetedîr di danişînê de amade bûn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari û Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê, malbata Rojdayê û hevalên wê doz şopandin.     Kenan Maçoglû yê xwest li gel Rojdayê ya ku bi SEGBÎS’ê beşdar bû bimîne, serokê dadgehê hişyarî da û Kenan, ji odeyê derxistin derve. Parêzer Bawer Mizrak ji ber zêdebûna hejmara şahidan û dê parastin dirêj dewam bike xwest qeyda SEGBÎS’ê were qeydkirin. Heyeta dadgehê bi hênceta dê tu piştevaniyê nede dosyeyê daxwaza Parezer Bawer red kir. Daxwaza ku Rojda di danişînê de amade be hat redkirin. Rojda derbarê îdiayan de parastina xwe kir û got ew li ser hêncet û sûcdariyên bêbingeh hatiye girtin û xwest were beratkirin.    Îtîrafkar Ercan Tucî ji girtîgeha Xarpêtê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û got ew Rojdayê nas nake û wê nedîtiye. Ercan îdia kir ku ew di sala 2016 û 2018’an de du caran çûye mala bav û dayika Rojdayê. Ercan, anî ziman ku ew nizane bi çend endamên rêxistinê û bi çend kesan re çûye malê û îfadeyên daye polîsan dubare dike.    Parêzer Bawer Mizrak ji Ercan pirs kir ku asta îfade dayînê û teşeyê îfade dayînê çawa pêk hatiye. Li ser vê yekê serokê dadgehê ket navberê û got bi pirsan şahid di rewşek zor de tê hiştin. Parêzer Resûl Tamûr jî ji Ercan pirs kir ku heta niha derbarê çend kesan de îfade daye. Serokê dadgehê hişyarî da Ercan û got “Tu ne mecbûrî bersiv bidî.”   Li ser vê yekê serokê dadgehê bi hinceta ji salonê qelebalixî tê û li ser vê yekê parlamenter Meral Daniş Beştaş û Remziye Tosûn bersiv dan. Demek kurt gengeşe û rageşî derket. Li ser vê yekê serokê dadgehê bi hênceta xala 203’an CMK’ê biryar da ku salon were valakirin û ji polîsan xwest salonê vala bikin. Di navbera serokê dadgehê û parlamenterên HDP’ê de demek dirêj gengeşe derket. Li ser fermana serokê dadgehê parlamenter, parêzer, rojnameger û malbata Rojdayê ji salonê hatin derxistin.    Serokê dadgehê 15 deqîqe navber da danişînê û pişt re danişînê girtî dewam kir.