Ji bo gumanbarê îstîsmarê rapora ‘tenduristiya mejî’ hat xwestin 2020-01-25 09:08:03   MÊRDÎN - Li Nisêbînê derket holê ku mêrê bi navê Hasan Unuşdu li hember 5 zarokan îstîsmara zayendî pêk aniye. Piştî bûyerê gumanbar hatibû girtin û heyeta dadgehê di rûniştina doza gumanbar de, ji bo tenduristiya mêjiyê wî bê tespîtkirin sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyê Sînîr û Ruh a Xarpêtê kir.   Li Nisêbîn a Mêrdînê derket holê ku Hasan Unuşdu di navbera 2015-2019’an de li hember 5 zarokan îstîsmara zayendî pêk aniye. Di 17’ê cotmeha 2019’an de yek ji zarokên ku rastî îstîsmarê hatibû bûyer ji malbata xwe re gotibû. Piştî vê di 19’ê cotmehê de gumanbar hat girtin. Gumanbar di îfadeya xwe de îtîraf kir ku ji 2015’an heta niha hinek zarokên di jî îstîsmar kiriye. Li ser vê gumanbar ji sûcên ‘îstîsmara zarok’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.   Di îdianameya ku îfadeyê malbatên zarok jî cih girt de, ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Piştî vê ji bo zarokên din jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Yekemîn runiştina dozê di 22’ê Çile de hat dîtin. Parêzerên zarokan daxwaz kirin ku dosyayên zarokan bibe yek.   Gumanbar Hasan Unuşdu di runiştinê de sûcdariyên li hember xwe red kir. Heyeta dadgehê îfadeya gumanbar ya di cotmeha 2019’an de daye eminiyetê xwend. Lê gumanbar îdia kir ku bi zora polîs îfade daye.   Heyeta dadgehê di dawiya runiştinê de diyar kir ku ji bo tespîtkirina tenduristiya rihê gumanbar, sewqî nexweşxaneya tenduristiya rih û sînîr a Elezîzê bê kirin û her wiha biryara berdewamkirina girtina wî hat dayîn.Runitşin jî taloqî 5’ê Nîsanê hat kirin.