Gumanbarê ku êrîşa zayendî kiribû salek şûnde hat girtin 2020-01-23 09:06:42   Dîlan Babat   ENQERE - Li Kizilayê mêrê bi navê Naîl O. zarokê 14 salî bi êrîşa zayendî rû bi rû hiştibû. Gumanbar ji aliyê dadgeriya nobedar ve hatibû berdan û di rûniştina yekem de bi zarok re anî rû hev. Heyeta dadgehê pirsa ‘tu çima neqîriyaye’ ji zarok pirsîbû.   Li Kizilay a Enqereyê di tebaxa 2018’an de li ser kolana Îzmîrê zarokê 14 salî yê li bende hevalên xwe bû, ji aliyê mêrê bi navê Naîl O. ve bi êrîşa zayendî rû bi rû hatibû hiştin. Naîl O. ku bi hinceta ku agir ji zarok bixwaze, nêz bû û piştre bir cihekî ku kes lê tune û li hember zarok îstîsmar pêk anî. Zarokê ku rastî îstîsmarê hat çû qerekola herî nêz û got telefona xwe winda kiriye. Zarok ji tirsan negot rastî îstîsmarê hatiye û piştî malbat lê geriya şûnde ji nû ve îfade hat girtin. Di îfadeya hat girtin de derket holê ku zarok rastî îstîsmarê hatiye.   20 roj şûnde hat binçavkirin û piştre hat berdan   Piştî îfadeya zarok kamera hatin lêkolînkirin û 20 roj şûnde Naîl O hat binçavkirin û dadgeriya nobedar got delîl kêm in û bi şerta kontrola edlî berdan.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve îdianame hat amadekirin û hat xwestin ku Naîl O. Ji sûcê ‘îstîsmarkirina zarok’, ‘bikaranîna tehdîd, cebîr û xîleyê û kes ji azadiya wê bêpar hiştin’ bê cezakirin û bê girtin.   Îdianame ji aliyê 30’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin û rûniştina ewil di 17’ê îlona 2019’an de hat dîtin. Gumanbar Naîl O. yê ku negirtî dihat darizandin bi zarok re li salona rûniştinê anîn rû hev. Parêzerê wezareta xizmetên civakî û malbatî jî daxwaza tevlîbûna rûniştinê kir. Li ser daxwaza malbatê, rûniştin girtî pêk hat. Zarokê ligel pedagog îfade da, diyar kir ku Naîl O. ew tehdîd kiriye, devê wî girtiye û nikaribû alîkarî bixwaze. Piştî îfada zarok serokê dadgehê pirsa ‘tu çima neqiryayî’ ji zarokê pirsî.   Gumanbar di rûniştina ewil de hat girtin   Di rapora Saziya Tipa Edlî (STE) de hat diyarkirin ku li ser cil û bergên zarok, mînakên DNA’yê yên aydê Naîl O. hatiye dîtin û piştî vê rapor û delîl li ber çavan hat girtin û gumanbar hat girtin.   Rûniştina duyem di 20’ê Mijdara 2019’an de hat dîtin û biryar hat dayîn ku kêmasiyên dosyayê temam bibin û girtina gumanbar bê berdewamkirin.   Rûniştina sêyemîn di 16’ê Çile de hat dîtin. Îdiaya merciyê mutalaya xwe aşkera kir û got divê ceza bê dayîn û biryara berdewamkirina rewşa girtina wî da. Rûniştin taloqî dîrokek din hat kirin.   Bavê zarok, Ç. der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   Bavê zarok, Ç. diyar kir ku bi derfetên xwe pêvajoyê dişopînin û got zarokê wî 3 sala piştgiriya derûnî dibîne û got: “Di vê pêvajoyê de hemû derî li rûyê me hatin girtin. Me ji wezareta xizmetên civakî û malbatî parêzerek bi zor îqna kir ku bê rûniştinê. Di 2018’an de di roja 3’emîn a Cejna Qurbanê de zarokê min rastî îstîsmara zayendî hat. Ji bo biçe cem hevalên xwe destûr ji me xwest. Me jî qebûl kir. Li cihekî li bende hevalê xwe disekine. Di vê navberê de kesê bi navê Naîl O. tê. Kurê min cara yekem dibîne. Ew jî nêz dibe. Jê re tiştan dibêje. Telefona wî ji dest digire û dibêje biçe marketê hinek tişt bigire. Jê re dibêje em bikevin têkiliya zayendî. Zarokê min qebûl nake. Bi awayekî bi zora kêrê tehdîd dike û dibe cihekî û îstîsmar dike. Dest dide ser telefona wî jî. Çawa zarokê min ji wir xilas dibe diçe qereqolê. Ji ber ditirse îstîsmarê venabêje. Dibêje telefon winda bûye. Polîs li telefona kurê min digerin. Du sê caran lê dide û telefon tê girtin. Ji ber temenê zarok biçûk e gazî min kirin. Em li wir hîn bûn ku rastî îstîsmara zayendî hatiye. Em çûn nexweşxanê. Girtina raporê wisa ne hêsan bû. Em li 4 nexweşxaneyan geriyan. Me bijîşk nedît. Me cidiyeta rewşê vegot. Herî dawî me raporek girt. Em roja din çûn Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM). Me li wir jî îfade da. Piştî bûyer hat bihîstin midûrê dibistanê got ji dibistanê bigirin. Em bi zarokê xwe re axivîn û me ji dibistanê dûr xist. Salekê neçû dibistanê. 20 roj piştî bûyerê gumanbar hat binçavkirin û hat berdan. Em hîna jî pêvajoyeke zehmet dijîn. Em hewl didin vê ji ser xwe biavêjin. Zarokê min 6 mehên ewil pirsgirêkên cidî jiya. Her tim halusînasyon didît.”