Ji bo Hulyayê ku parastina cewherî pêk anî, edaleta rast 2020-01-20 09:07:28   Safiye Alagaş   STENBOL - Di runiştina doza ku Hulya Halaçka ku li hember mêrê ku şîdet pêk dianî parastina cewherî pêk anî û kuşt, dihat darizandin de biryara ‘berdewamkirina girtinê’ hat dayîn. Parêzer Merîç Eyupoglu bal kişand ser mafê parastina cewherî û got ew ne edeleta mêr, edeleta rast dixwazin.   Li Gungorena Stenbolê di 25’ê Tebaxa 2019’an de jina bi navê Hulya Halaçkaya li dijî mêrê ku pê re zewicandibû Kadîr Oren ku şîdeta sîstematîk lê dikir, parastina cewherî pêk anî. Hulya bi 24 sal ceza tê darizandin. Runiştina dawî di 13’ê Çile de li 20’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê hat dîtin, biryara berdewamkirina girtina Hulyayê hat dayîn û runiştin taloqî 11’ê sibatê hat kirin.   Parêzera Hulyayê Merîç Eyupoglu, diyar kir ku femînîst ji destpêkê de doza Hulyayê dişopînin û got: “Em dereng ji van dozan agahdar dibin. Lê vê carê em zû agahdar bûn. Me ferq kir ku delîl kêm in û me xwest hema bên komkirin. Di asta dozgeriyê de delîlên nehatine komkirin, hîna jî nehatine komkirin. Di runiştina dawî de jî me xwest delîl bên komkirin lê ev daxwaza me hat redkirin. Lê di vê dozê de Hulya gumanbar e. Komkirina delîlan jî ferz e.”   ‘Divê şîdeta li Hulyayê hatiye kirin bibe rapor’   Merîçê daxuyakirin ku dema mijar dibin jin, her tişt bi hêsanî tê binpêkirin û got berê jî bi rewşên wisa re hatine rû hev û got: “Roja bûyerê Hulya şîdeta giran dîtiye. Piştre jî parastina cewherî pêk aniye û bi kêrê derb kesê êrîşî wê kiriye derb kiriye. Der barê şîdeta lê hatiye kirin jî rapor nehatiye girtin. Me dîsa daxwaz kir ku rapor bê girtin. lê dadgehê ev beyî hincet red kir. Di destê me de çi heye? mêrekî mirî heye. Jineke tê darizandin heye. Der barê tiştên ku vê jinê jiyaye de tiştên parçe parçe hene. Muvekîla me ji ber ku pir zêde giriyabû, xwe rehet îfade nekiribû.”   ‘Bendewariya me ya tahliyeyê hebû’   Merîçê herî dawî rapora otopsiyê ya hat dadgehê nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dadgehê biryara berdewamkirina girtina wê da. Heta vê astê me digot wê girtina wê bidome. Lê di runiştina dawî de me tahliyeya wê dipa. Em ê dosyayê bişopînin. Em ê di asta herî jor de têkoşînê bidomînin. Em ne edeleta mêr, edeleta rast dixwazin. Di 11’ê Sibatê de divê em Hulyayê tenê nehêlin.”