‘Saziyên jinan bê bandor tên hiştin, tên girtin’ 2020-01-19 10:29:47   Hîkmet Tunç   WAN - Qeyûmê tayînê şaredariya Bêgiriyê hat kirin, Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşeşan girt û tabelaya wê daxst. Hevşaredara Bêgiriyê ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, Leyla Balkan diyar kir ku ne carekê, hezar car wir bigirin jî wê ew dîsa jî jiyana bi nêrîna jinê ava bikin.   Bi tayînkirina qeyûman ewil saziyên jinan hedef girtin. Qeyûmê ku tayînê şaredariya Bêgiriyê ya Wanê bû jî mîvaxaneya jinan hedef girt. Hevşaredara Bêgiriyê Leyla Balkan ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, der barê mijarê de nirxandin kir.   Mêvanxane di 11’ê Mijdarê de hatibû vekirin   Leylayê bi lêv kir ku li ser daxwaza jinan mêvanxane vekirine û got: “Mêvanxane ji bo jinên navçeyê cihekî girtî û dikaribûn lê pirtûkan bixwînin, fîlman temaşe bikin û pisgirêkên xwe vebêjin û çareser bikin. Tevî hemû zextan me bi derfetên qesl, mêvanxaneya jinan di 11’ê Mijdarê de ji xizmetê re vekir.”   Em tu car qebûl nakin’   Leylayê destnîşan kir ku der barê mêvanxaneyê de di çarçoveya projeyê de kampanya pirtûkan dane destpêkirin û ji her derê welat eleqe hatiye nîşandan û di encama xebateke komînal de gelek pirtûk kom kirin. Leylayê bertek nîşanê girtina mîvanxaneyê da û got ew vê pêkanînê tu car qebûl nakin.   Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê li navçeyê ji bo jinan tu xizmet nehatibû kirin. Di alî xebatên jinan de gelek qels bû. Me girêdayê vê projeyê xwest mîvanxaneyekê ji bo jinan vebikin. Roja em hatin hilbijartin me got çi dibe bila bibe em ê ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Ne carekê hezar carê bigirin jî em ê jiyana bi nêrîna jinê ava bikin.”