Doza kujerê Cerenê, sibê tê dîtin 2020-01-19 10:00:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3’ê Kanûna 2019’an de xwendekara zanîngehê Ceren Ozdemîr, li Orduyê ji aliyê Ozgur Arduç ve hatibû qetilkirin û duyemîn runiştina doza wî sibê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Orduyê tê dîtin. Kujer ji sûcê ‘bi hestên çavsorî kuştin’ tê darizandin.   Li navçeya Altinordu ya Orduyê di 3’ê Kanûna 2019’an de Ozgur Arduç, xwendekara Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Sahne û Muzîkê ya Zanîngeha Orduyê Ceren Ozdemîr bi kêrê qetil kiribû û piştre revya bû. Piştî gumanbar hat girtin, sewqî girtîgeha Şirnexê hat kirin û piştre bi hinceta ‘şert û mercên girtîgehê ne li gorî wî ne’ şandibûn girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Orduyê ve der barê gumanbar de îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Orduyê ve hatibû qebûlkirin. Yekemîn runiştina dozê di 23’ê Kanûna 2019’an de hatibû dîtin û ji baroyên gelek bajaran parêzer, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl tevlî bibûn.   Gumanbar Ozgur Arduç bi SEGBÎS’ê tevlî runiştinê bû û di îfadeya xwe de îdia kiribû ku ‘hişê wî ne li serê wî ye û dixwaze derman bibe’. Lê dozgerê dozê bi gotinên wekê ‘Min îfada te girt. Min pirsî ‘tu dixwazî derman bibî’. Te got ‘ez ji rewşa xwe kêfxweşim. Naxwazim derman bibim’.Te got ez neçûme Saziya Tipa Edlî. Rapora ‘berpirsyariya cezaî’ ya 2006’an hatiye.’ Bersiv da îfada gumanbar.   Di runiştinê de hat diyar kirin ku ji bo tespîtkirina tenduristiya rihê gumanbar, bila sewqî Saziya Tipa Edlî bê kirin û ji bo kar û bar bên lezgîntirkirin jî, ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re name bê nivîsin. Her wiha biryara berdewamkirina girtina gumanbar hat dayîn.   Gumanbarê ku sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Sînîr û Rih a Xerpêtê hatibû kirin, rapora ‘hişê wî di cih de ye’ dabûn. Duyemîn runiştina dozê sibê ye.