Doza ku Sara Kaya jê tê darizandin dîsa hat taloqkirin 2020-01-17 12:20:01   MÊRDÎN - Daneşîna 15'emîn a doza ku Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya jê girtî tê darizandin careke din hat taloqkirin. Sara ya ku di daneşînê daraz rexnekir wiha got: "Gelek hevşaredarên ku bi min re hatin girtin û heman sucdarî ji bo wan dihatin kirin serbest hatin berdan. Lê ez hîna girîtî me."   15'emîn danişîna doza Hevşaredara Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya berê Sara Kaya ya di 13'ê Çileya 2017'an de hat binçavkirin û girtin û piştre qeyûm tayînî cîhê wê hat kirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê hat dayîn. Sara ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Sarayê jî di danişînê de amade bûn.    Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dozger xwest ku girtina Sarayê dewam bike.    'Sivê muwkîla min bê berdan'    Piştre Parêzerê Sarayê Kamûran Tanhan parastin kir û wiha got: “Hemû delîl hatin komkirin û hemû şahid jî hatin guhdarkirin. Ez di çarçoveya biryara DMME û PMME’yê de daxwaz dikim ku muwekîla min bê berdan. Divê hîn zêdetir neyê mexdûrkirin û rewşa girtina wê ya dirêj li ber çavan bê girtin.”    'Ez xwe sûcdar nabînim'   Sara, li dijî daxwaza girtinê ya dozger parastin kir û wiha axivî: “Ev nêzî 4 salane ez girtî me. Parêzerê min parastinên pêwîst kirin. Rewşa mexdûrbûna min li holê ye. Ez xwe sûcdar nabînim. Gelek hevşaredarên di serdema min de hatin girtin, hemû hatin berdan. Lê bi taybetî ez girtî dimînim. Ez dixwazim ev rewşa min li ber çavan bê girtin û daxwaza berdana xwe dikim.”    Şandeya dadgehê, daxwaza parêzer û Sara ya berdanê red kir û biryara dewama girtina Kaya da.    Dadgehê dûre danişîn taloqî 6 Adara 2020’an kir.