Rûniştina doza Sebahat û Gultanê sibê ye 2020-01-12 09:11:02   MELETÎ - Piştî 18’emîn Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê, cezayê girtîgeyê yê li hevşaredara bajarê mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û hevseroka giştî ya dema borî ya DBP’ê Sebahat Tuncelê hatibû birîn, xera kir şûnde, doza wan ji nûve hatibû dîtin û duyemîn rûniştina doza wan sibê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê wê bê dîtin.   5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê, der barê hevşaredara bajarê mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û hevseroka giştî ya dema borî ya DBP’ê Sebahat Tuncel de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propaganda rêxistinê’ ceza dabû û ev ceza di meha tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibûn xera kirin. Heyeta dadgehê li Gultanê ji ‘endamtiya rêxistin’ 11 sal û 3 meh ji ‘propaganda rêxistnê’ jî 3 sal cezayê girtîgehê birî bû. Li Sebahatê jî ji ‘endamtiya rêxistinê’ 9 sal û 9 meh û ji ‘propaganda rêxistinê’ jî  5 sal û 3 meh ceza birî bû.   Parêzerên Sebahat û Gultanê li ser cezayên ku dadgehê birî bûn, biryar birin Dadgeha Îstînafê. 18’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê ceza xera kir. Duyemîn rûniştina doza ku hat xerakirin wê di 13’ê çile de li Meletiyê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê bê dîtin.   Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo rûniştinê banga tevlîbûnê kir.