Çaglar Demîrel bi 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin 2020-01-10 14:55:51   AMED - Di danişîna Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel tevlî nebû bi angaşta “endama rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel a di 2016’an de bi angaşta “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Demîrel bi boneya nexweş bû bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê nebû. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û malbata Demîrel doz şopandin.    Parêzerên Demîrel jî di danişînê de amade bûn.    Dozger nêrîna xwe ango mutalaya xwe eşkere kir û xwest Çagalar Demîrel were cezakirin û dewama girtina wê xwest.    Parêzerên Çaglarê, Reyna Yalçindag û Mesût Beştaş jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin miwekîla wan bê berdan.    Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê navberek kin da û biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi angaşta “Endama rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh ceza li Çaglar Demîrel birî. Dadgehê ji angaştên wek “Propaganda rêxistinê kiriye”, “Li dijî qanûna hejmara 2911’an muxalefet kiriye” û “Navtêdana kînê û dijminiyê li xelkê kiriye” Çaglar berat kir.    Dadgehê piştî birîna ceza xwest girtina Çaglar Demîrel dewam bike.