Dozger dirûşma 'Jin jiyan azadî' sûc dît 2020-01-09 12:07:43   WAN - Dozgerê ku derbarê 2 jê girtî 15 jinên siyasetmedar de îdianame amade kir, saeta dîwêr ku li ser "KJA" li ser nivîsandî û  "Jin jiyan azadî" ,  "Hevserokatî xeta me ya mohre" wekî delînên sûc nîşan dan.     Li Wanê di 1'ê Mijdara 2019'an de di serdegirtinên malan ku hatin kirin de bi îdiaya "li ser navê PKK/KCD'ê xebat meşandine" derbarê 15 jinên siyasetmedar ku 2 ji wan girtîne de îdianameya ku ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin li aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdanameya ku ji dadgehê re hat ragihandin de, daxuyaniyên jinan ku dane, pankartên ku ji aliyê TJA'yê ve hatin amadekirin, Rojnameya Azadiya Welat û Yenî Yaşam, Kovara Jineolojiyê, dîmenê zaroka li ber strana kurdî dilîst di telefoneke ku hat girtin de û saeteke dîwaran wekî delîlên suc hatin hesibandin. Li gorî nûçeya Ajanasa Mezopotamyayê di îanameya ku 39 rûpelan pêk tê di 20 rûpelên wê de hemû xebatên TJA'yê hatine îlegalîzekirin û xebatên KCD'ê jî wekî sûcê giran cih digirin.     Ceza hat xwestin   Di beşa dawî ya îdianameyê de hat xwestin ku 15 jinên siyasetmedar ji sûcê "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" bên cezakirin.