Rojnameger Arjîn Oncel di danişîna ewil de berat bû 2020-01-08 13:22:22   AMED - Rojnamevan Arjîn Dîlek Oncel di danişîna doza xwe ya ewil de ku ji ber parvekirinên medya civakî doz lê hatibû vekirin hat beratkirin.   Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel hat darizandin. Bi hênceta parvekirinên medya civakî bi angaşta “propaganda rêxistinê kiriye” doz li Oncel hatibû vekirin. Ji salek û 6 mehan heta 7 sal û nîv ceza jê re dihat xwestin. Danişîna ewil a doza Oncel li 11’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Amedê hat dîtin. Oncel û parêzerê xwe Resûl Tamûr beşdarî danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina angaştnameyê dest pê kir û parvekirinên Arjîn Oncel kiriye jê hat pirsîn. Oncel tewanbariya xwe red kir û got wê bi armanca agahdariyê nûçeyan parve kiriye. Arjîn Oncel xwest were beratkirin.     Parêzerê Resûl Tamûr jî nûçeyên di rojnameyên Cumhuriyet û Sozcu de cih digirin û ku dişibin ên Arjîn Oncel parve kiriye pêşkêşî heyeta dadgehê kir û got derbarê van rojnameyan de tu lêpirsîn jî nehatiye destpêkirin.    Dozger mutalaya xwe eşkere kir û derbarê Arjîn Oncel de 7 sal û nîv ceza xwest.   Parêzer Tamûr li dijî mutalaya dozger parastinê kir û got nûçeyên bi vî rengî di gelek rojnameyên Tirkiyê de jî cih girtine û xwest muwekîla wî were beratkirin.    Heyeta dadgehê xwe spart pakêta darazê ya nû û derbarê Arjîn Oncel de biryara beratê da.