Di doza Berfînê de dadgehê got 'qesta mirinê tune ye' 2020-01-07 14:43:16   HATAY - Doza Casim Ozan Çeltik ê ku êrîşa asîtê li dijî Berfîn Ozek pêk anî hat dîtin. Ji bo Casim 12 sal ceza hat xwestin. Berfînê bertek nîşanî vê yekê da û got:"Ji bo êşa ku min kişand ev ceza kêm e."   Di 15'ê Çileyê 2019'an de  mêrê bi navê Casim Ozan Çeltik êrîşa asîtê li dijî Berfîn Ozek pêk anî hat dîtin. 4'emîn rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Giran a Îskenderûnê hat dîtin. Parêzerê Berfînê û Platforma Jinê ya Îskenderûnê di rûniştinê de amade bûn.    Dadgeha dewsa ji sûcê "ji qestî kuştin" Casim bi sûcê 'ji qestî birîndarkirin' darizand û 12 sal ceza da Casim.    Platfrma Jinê ya Îskenderûnê daxuyanî da. Parêzer Mehtap Sert wiha got:"Di siberojê de tiştek bê serê Berfînê kî yê ji vê yekê berpirs be?"   Berfînê jî wiha got:"Ji bo êşa ku min kişand ev ceza kêm e. Ez ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînim. Divê ew cezayê herî giran bigire."