‘Polîs bi îşkencê sînor namîne, doktoran jî dikin hevkar’ 2020-01-07 09:12:21   Şehrîban Aslan   AMED - Hevseroka OHD ya Amedê Halîse Dakali diyar kir ku di dema hikûmeta AKP’ê de ku îdiaya ‘ji îşkencê re toleransa sifir’ dike, îşkence sîstematîk bûye û got: "Îşkence bi polîsan sînor nemeya, daraz, dadger û dozger jî kirine hevkar."   Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an şûnde di OHAL hat îlankirin û di vê pêvajoyê de jî îşkence û binpêkirinên mafan derketin asta herî jor. Herî dawiyê bi ser mala hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, de hat girtin û di serdegirtinê de berê çekê dabûn serê hevjîn û zarokê wê yê 10 salî. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Halîse Dakali, der barê binpêkirinên mafan de agahî da û got pêkanîna îşkenceyan ji ber polîtîka bêcezabûnê pêk tê.   Halîseyê da zanîn ku hema hema her roj bi bûyerên îşkencê re tên rû hev û got: “Heta îşkence ji rêzê tê dîtin. Polîs rayeya xwe derbas dikin û mudaxaleyên ku digihêjin îşkenceyê pêk tînin. Ev bûye parçeyeke polîtîka çewisandinê. Kanûna Salahiyet û Pewyira Polîsan (PSK) bi awayekî aşkera rê û rêbazên rayeya polîsan vegotiye. Di pêvajoya dawî de mixabin bi polîtîkayên bêcezabûnê bawer dikin û îşkencê pêk tînin.”   ‘Doktoran jî dikin hevkarê sûcê îşkencê’   Halîseyê destnîşan kir ku lingekî din yê îşkencê merciyên darazê lingê din jî dadger ava dikin û axivî: “Kesên rastî îşkenceya giran û binpêkirinên xerab tên, ji bo darporê bigirin diçin nexweşxanê û tenê dinêrin û dibêjin derb û cebîr tune. Bi taybet demên dawî de Ji ber tirsê doktor jî peywira xwe binpê dikin û dibin hevkarê sûc. Ne tenê li derve li girtîgehan jî serlêdanên der barê îşkenceyê de tên kirin. Dema hevdîtinan de ev gilîkirin tên kirin. Bi taybet jî îşkenca lêgerîna tazî heye. Yên destûr nedin lêgerîna tazî rastî şîdetê tên. Dozgerê girtîgehan jî li şûna pêşî li îşkenceyê bigire, lêpirsîna bi bandor nameşîne û diçe riya xelatkirinê.”   Halîseyê di dawiya axaftina xwe de got polîtîkayên çewisandinê li parêzeran jî pêk tê û wiha berdewam kir: “Parêzerên pêkanîna îşkenceyê derdixin holê, hevdîtina wan ya bi muvekîlê wan re tê astengkirin. Hewldanên derxistina delîlên îşkencê bi mudaxaleya polîs tên astengkirin. Heta em bi van re tênekoşin wê tu tişt neguhere. Tevî hemû biryarên erenî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”