Dadgehê gumanbarê îstîsmara zayendî tehliye kir 2020-01-04 09:09:27   Şehrîban Aslan   AMED - Li Amedê mêrê bi navê S.D ku li hember zaroka xwe êrîşa zayendî pêk anîbû, li 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran dihat darizandin û di rûniştina yekemîn de hat tehliyekirin.   Li Amedê di 2015’an de derket holê ku mêrê bi navê S.D li hember zaroka xwe êrîşa zayendî pêk aniye. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji sûcên ‘îstîsmarkirina zarokê’, ‘li hember zarokê tacîza zeyendî’ îdianame amade kir.   Îfadeya zarokê li Navenda Şopandina Zarokan hat girtin û diyar kir ku ji aliyê bavê wê S.D ve rastî êrîşa zayendî hatiye û xwest bavê wê bê darizandin. Dayika zarokê, S.D jî diyar kir ku tiştên ku zaroka wê di sala dawî de jiyaye ji wê re vegotiye.   Gumanbar S.D di lêpirsîna xwe ya 29’ê Gulana 2019’an a li 4’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Amedê da de sûcê xwe înkar kiribû lê dadgehê biryara girtina wî da.   Dozgeriyê ceza xwest   Dozgeriyê diyar kir ku, gumanbar ji bo xwe xilas bike ev îfade daye û got ji sûcên ‘îstîsmara zayendî ya li hember zarokê’ û ‘bi awayekî sîstematîk îstîsmara zarokê’ divê cuda cuda ceza bê dayîn.   Gumanbar di rûniştina ewil de hat tehliyekirin   Îdianame ji aliyê 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û di rûniştina ewil de hat tehkiyekirin. Hat îdiakirin ku tedbîra kontrola edlî ya di der barê gumanbar de wê bi pîvan be û biryara tahliyeya wî dan.   Di rojên borî de sêyemîn rûniştina dozê hat dîtin û gumanbar S.D, parêzerê wî Firat Tayfur, dayika zarokê S.D û parêzera zarok Asiye Demîr û parêzerê girêdayê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî Remzî Atalay tevlî bû.   Dayika zarokê got di nava hefteyekê de wê dest ji gumanbar berde û got zaroka wê ji wê re gotiye ku gumanbar li hember wê destdirêjiya zayendî pêk aniye û got ew naxwaze tevlî dozê bibe û giliyê xwe şûnde kişand. Parêzer Asiye Demîr û Remzî Atalay xwestin tevlî dozê bibin.   Gumanbar û parêzerê wî jî sûcarî qebûl nekirin. Li ser vê runiştin taloqî meha Nîsanê hat kirin.