Xalên 5 û 6 yên giştînameyê bi fikar in: Wê bibe sedema veşartina rastiyan 2020-01-04 09:07:05   Habîbe Eren   ENQERE - Parêzer Gunce Çetîn diyar kir ku xalên 5 û 6’ê yê giştînameya ku Wezareta Dadê weşandiye, balê dikşîne ser rêgezên ‘veşartina lêpirsîn’ û ‘mafê ku leke neyê ser’ û got ev xal bi fikar in. Gunce Çetîn wiha got: “Dosyayên şîdeta li ser jinê di pêvajoya lêpirsînê de, îfşakirin, lêkolînkirin û di çapemeniyê de dîtin, dibe sedema lêpirsîneke bi bandor. Lê rêgeza veşartiyê jî wê bibe sedema veşartina rastiyên der barê mijarê de”.   Parêzer Gunce Çetîn bal kişand ser giştînameya ku wezareta Dadê der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê weşandiye û der barê sernavên giştînameyê de nirxandin kir. Gunceyê bi taybet bal kişand ser xalên 5 û 6’an a giştînameyê.   ‘Nefeqeya bêdem tune’   Gunceyê got di Kanûna Medenî an jî kanûnek din de cureyekê nefeqeya bêdem û xweser tune û got. “Çi heye? Nefeqeya xizaniyê heye. Ev jî di xala 175’an a Kanûna Medenî de cih digire. Di xalê de tê gotin ku kesên ji ber destberdanê dikevin xizaniyê û ji bo debara xwe bike dikare nefeqeya bêdem li gorî hêza aborî bê xwestin. Yanî di encama destberdanê de divê rewşa aborî bikeve. Lê ev têr nake. Di pêkhatina destberdanê de jî divê qusurê giran ê aliyê hember hebe. Yanî pêvajoya nefeqeyê ji daxwaza dadger re maye.”   ‘Li şûna ligel jinan cih bigirin, mêran cidî digirin’   Gunceyê bi lêv kir ku mêrên di destberdanê de zêdetir bi qisûr tên dîtin naxwazin nefeqeyê bidin jinan û got: “Tiştekî wek ‘mêr ji ber nefeqeya bêdem gelek mexdûr in’ derxistin. Ev kî ne, çend kes in, raporên wan hene an na, mexduriyeta wan ji ku tê nayê zanîn. Tenê em vê dizanin ku li şûna divê ligel jinan cih bigirin, mêran cidî digirin.”   ‘Ya girîng divê jin hewceyê 262 TL nefeqe neyê kirin’   Gunceyê destnîşan kir ku ya girîng ev e ku dema destberdan çêdibin, jin hewcedarê 262 TL’yê ji mêran tên girtin, neyê kirin. Gunceyê her wiha bal kişand ser peymana Stenbol û qanûna hejmara 6284'an û da zanîn ku niha ev herdu peyman di hedefê de ne û got di her du sererastkirinan de jî azadiya jinê, xurtkirina jinê, wekheviya jin û mêr heye.   ‘Xalên 5 û 6 bi fikar in’   Gunceyê bal kişand ser giştînameya ku wezareta dadê der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinan de weşandiye û got ev du xal bi guman in û wiha berdewam kir: “Xalên 5 û 6’ê yê giştînameya ku Wezareta Dadê weşandiye, balê dikşîne ser rêgezên ‘veşartina lêpirsîn’ û ‘mafê ku leke neyê ser’. Ev xal bi fikar in. Dosyayên şîdeta li ser jinê, di pêvajoyên lêpirsînê de, îfşakirin, lêkolînkirin û di çapemeniyê de dîtin, dibe sedema lêpirsîneke bi bandor. Lê rêgeza veşartiyê jî wê bibe sedema veşartina rastiyên der barê mijarê de. Fikara min ev e ku ev rêgeza veşariyê wê bibe sedema gelek rastiyên dosyayan.”