Ji Hasîbe Mengîrkaon a DBP’î ku hat girtin banga piştevaniyê 2020-01-02 09:08:17       MÊRDÎN - Hevseroka DBP’a Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon ku li ser îradeya şahidê veşarî hat girtin, nexweşa şekir, tansiyon, dil û astimê ye. Hasîbeyê ji girtîgehê peyamek şand û got: “Em bê sûc hatin girtin. Em ê wisa jî bên berdan. Yekane hewcedariya me piştevanî ye. Bila yên li derve bi girtiyan re bikevin nava piştevaniyê.”   Li Mêrdînê Hevseroka HDP’ê Hasîbe Mengîrkoan (56) di 24’ê Kanûnê de ji bo îfadeyê bide çû eminiyetê û li wir hat binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Hasîbe ku nexweşiya wê ya astimê ya giran heye, ligel vê nexweşiyaa dil, tansiyon û şekire jî. Hasîbeyê bi hevkariya parêzerên xwe peyam şand û banga piştevaniyê kir.   Parêzeran der barê girtina Hasîbeyê de li Dadgeriya Cezaya Sulh a Nobedar a Mêrdînê îtîraz kirin û di îtîrazê de diyar kirin ku xebatên KCD’ê yên ku ji bo girtinê wek delîl hatine nîşandan ne sûc in û ji ber pirsgirêkên nexweşiyê Hasîbe nikare di girtîgehê de bê girtin.   ‘Wek min bi dehan dayik hene’   Hasîbeyê bi hevkariya parêzerên xwe peyamek şand û diyar kir ku tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê moralê wê baş e û got: “Em nizanin çima em girtine. Ev 5 roj in ez nikarim li vir razêm. Lê ez dizanim ku em bê sûc li vir in. Wek min bi dehan dayik hene. Ew jî bê sûc in. Em bêyî sûc hatin girtin û em ê wisa jî bên berdan. Yekane daxwaza me piştevanî ye, yên derve divê bi girtiyan re di piştevaniyê de bin.”   Platforma Jinan Şahmaran a Mêrdînê ji bo Hasîbeyê di çapemeniya civakî de bi hastaga ‘Ji bo Dayika Hasîbeyê Azadî’ xebat dan destpêkirin.