Di doza îstîsmara zayendî ya li Nisêbînê de hejmara gumanbaran derket du kesan 2019-12-30 09:20:46       MÊRDÎN - Li Nisêbînê mêrê bi navê Îrfan Rauf Oz ku esnafî dikir li hember zaroka 13 salî ya astengdara zîhnî sê salan bi tehdîd û şantajê îstîsmara zayendî pêk anî. Îrfan Rauf Oz girtî tê darizandin. Her wiha derketibû holê ku mêrê bi navê M.S.S jî li hember zarokê îstîmara zayendî pêk aniye. M.S.S piştî fadeyê hat berdan.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê derketibû holê ku mêrê bi navê Îrfan Rauf Oz yê esnafî dikir, li hember zarokekê îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk aniye. Piştî bûyer di çapemeniyê de hat dîtin şûnde gumanbar ji sûcê ‘li hember zarokê îstîsmara zayendî’ hat girtin. Di bûyera ku dihat zanîn ku yek gumanbarek heye, di serlêdana sûc ya malbatê ya li emniyetê de, li ser îfadeya zarokê derket holê ku zarok rastî îstîsmara zayendî ya mêrekî din jî hatiye. Zarokê di îfadeya xwe de, di dema teşîskirina wêneyan de mêrê bi navê M.S.S yê 43 salî yê li taxa wan rûdinê jî nîşan da û got rastî îstîsmara zayendî ya wî jî hatiye.   Gumanbarê îstîsmara zayendî hat berdan   Li ser îfadeya zarokê mêrê bi navê M.S.S hat binçavkirin û piştî îfadeyê bi ‘şerta kontrola edlî’ hat berdan. Her wiha Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Nisêbînê der barê M.S.S de îdianame amade kir. Parêzerên zarokê diyar kirin ku divê doz ne li Dadgeha Cezaya Asliyeyê, divê li Dadgeha Cezaya Giran bê dîtin û serlêdan kirin. Her wiha parêzeran ji bo M.S.S girtî bê darizandin jî serlêdan kirin lê serlêdana wan hat redkirin.   Doza ku gumanbar Îrfan Rauf Oz jê tê darizandin jî di 26’ê Mijdara 2019’an de hat dîtin û rûniştina dozê ya duyem jî di 21’ê Çileyê 2020’an de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê wê bê dîtin.